Newroza Dêrsimê: Em ê li dijî faşîzmê li berxwe bidin

  • 15:59 20 Adar 2025
  • Rojane
DÊRSIM - Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê û got, "Piştre divê civaka demokratîk bê avakirin. Divê aştî bê avakirin."
 
Pîrozbahiya Newrozê ya bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" li Qada Seyît Riza hat lidarxistin. Gelê ku bi coşeke mezin qad tijî kir gelek caran dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Girse pêşî li kolana hunerê hatin cem hev. Piştî ku li vir govend hat gerandin, bi meş û kortejê heta qada Newrozê meşiyan. Li vir polîsan xwest ciwanên bi cil û bergên xwe yên neteweyî nekevin qadê, lê piştî bertekên gel polîsan gav paşde avêtin.
 
Pîrozbahiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka DEM Partiya Dêrsimê Humeyra Yegîn di pîrozbahiyê de axivî û got, "Berxwedana ruhê me didome."
 
‘Em ê li dijî faşîzmê li berxwe bidin’
 
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan a qeyûm li dewsa wê hat tayînkirin wiha got:"Em ê li dijî faşîzmê li berxwe bidin."
 
Hevşaredariyê Dêrsimê Cevdet Konak jî polîtîkayên qeyûman rexne kir û peyama dewamiya têkoşînê da. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan got, "Vîna hevpar a kedkaran wê bi ser bikeve."
 
Berdevkê Demî yê Federasyona Meclîsên Sosyalîst Mahîr Gûrz got: "Em ê azad bibin."
 
Endamê MYK'ê yê ESP'ê Orhan Çelebî gıt: "Ji bo parastina destkeftiyan divê em têkoşînê hembêz bikin."
 
Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk got, "Yê dîroka neteslîmîyetê nivîsiyî Birêz Ocalan e."
 
Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan diyar kir ku agirê Newrozê li her derê azadiyê tîne. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî got, "Tevî her cure zextên li ser gel, we tu carî dest ji bawerî û nasnameya xwe û têkoşîna li vê erdnîgariya qedîm berneda. We her tim li ber xwe da. Ji ber ku em neviyên rêhevalên Seyît Riza ne."
 
Piştî pêxistina agirê Newrozê hunermendan bi stranên Peyv Quartet, Kadîr Çat û Cevdet Bagcan Newroz berdewam kirin. Gelê Dêrsimê tevî baranê bi saetan govend gerand.