Ji bo Newroza Amedê eleqeya navneteweyî

  • 12:55 20 Adar 2025
  • Rojane
 
AMED - Ji çar aliyên cîhanê wê bi sedan kes beşdarî Newroza Amedê ya dîrokî bibin.
 
Bi saetan beriya Newroza Amedê ya dîrokî, tê payîn ku ji çar aliyên cîhanê bi sedan beşdar li qadê bin. Pîrozbahiya Newroza îsal bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Newroz Civaka Demokratîk" dest pê kir. Di pîrozbahiyan de eleqeyek mezin hebû, 629 rojnamegeran serlêdana akredîtasyonê kirin.
 
Di telvibûna Newroza Amedê de ji Fransa, Katalonya, Îspanya, Îrlanda, Belçîka, Elmanya, Îtalya, Kenya, Çekya, Hindistan, Misir, Îran, Lubnan, Iraq, Lîbya, Tûnis û Başûrê Kurdistanê, bi sedan kes di nav de siyasetmedar, sendîkavan û nûnerên rêxistinên sivîl jî hene.