Li Serhedê coşa Newrozê
- 12:44 20 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di pîrozbahiya Newroza Azadiyê ya Bazîdê de axivî û bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got, "Hemû cîhan û Tirkiye behsa vê bangê dike, lê ya ku naaxive, gavên pêwîst naavêje û her tim tiştên ne mumkin diaxive, hikûmet e." Di pîrozbahiya Newrozê ya li Bazîd û Milazgirê de hat destnîşankirin ku banga Abdullah Ocalan hatiye qebûlkirin.
Cejna Newrozê li Bazîda Agirî û Milazgira Mûş û Erdexanê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" hat pîrozkirin.
Li navçeya Bazîd a Agiriyê bi hezaran kes beşdarî Newrozê bûn. Beriya Newrozê bi sedan kes bi meşaleyan û pankartên “Ji bo Civaka Demokratîk Newroza Azadiyê” meşiyan qada girtîgeha kevin a ku pîrozbahî lê hat lidarxistin. Di meşê de gelek caran dirûşên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Newroz pîroz be" hatin berzkirin. Her wiha di saetên serê sibê de bi sedan kes herikîn qada ku pîrozbahî lê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar jî beşdarî pîrozbahiyê bû. Welatiyên ku bi cil û bergên neteweyî cihê xwe li qadê girtin, gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin. Di pîrozbahiya ku bi hezaran kes beşdar bûn de alên zer, sor û kesk hatin vekirin.
'Em hem ji aştiyê hem jî ji têkoşînê re amade ne'
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Agiriyê Sirri Sakik, ku piştî rêzgiritnê ewil axivî, diyar kir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê misogerkirin û got, "Divê AKP'ê di demeke herî kurt de girtîgehan vala bike û hemû girtiyên nexweş serbest berde û dawî li polîtîkayên qeyûm bîne. Îqtîdar divê piştî vê jî hemû girtiyên siyasî serbest berde. Banga me ji hemû pêkhateyan bi taybet hikûmeta AKP'ê re ye, em bi hev re li van xakan aştî û demokrasiyê ava bikin. Em amade ne. Em partiya hem muzakere û hem jî têkoşînê ne. Em her tim amade ne ji bo muzakereyê, lê ger hûn wiha berdewam bikin em ê nîşan bidin ku em ê têkoşîna xwe jî mezin bikin."
'Em ê pêvajoyê bi serketinê biqedînin'
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zekiye Îlbasan, bal kişand ser wate û girîngiya Newrozê û got, "Newroz hem mizgîniya biharê ye, hem jî mizgîniya têkoşîn, berxwedan, serhildan û azadiyê ye. Agirê azadiyê ye ku ji Kawayê şoreşger heta Mazlûm, Zekiye û Rahşanê hatiye. Ev agirê heta roja îro di nava gelê Kurd de bi rêxistinbûyîneke mezin venemiriye û dê ji îro û pêde jî venemire. Divê em pêvajoyê bi awayekî herî baş rave bikin. Ji ber ku di serî de li Rojhilata Navîn ji aliyê netewe dewletan ve pirsgirêkek mezin û xitimî heye. Yekane rêya derketina ji vê krîzê paradîgmaya nû ya Rêber Ocalan e. Ji ber vê yekê em bi beşdarbûna di avakirina civaka demokratîk a bi rûmet, aştiyane, azadiya jinê, pêvajoyê bi rê ve bibin û bigihêjin jiyana azad."
'Hikûmet tu gavan navêje'
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar, diyar kir ku agirê Newrozê bi hezaran sal e venemiriye û got, "Ev ronahî Mazlum Dogan, Rahşan, Zekiye û keça Araratê Sema diyarî me kir. Ocalan jî bi wêrekî banga xwe kir ku wê serkêşiyê ji pêvajoyê re bike. Hemû cîhan û Tirkiye vê bangê niqaş dikin, lê ya ku beêdn û gavên pêwîst naavêje hikûmet e."
'Em girtîmayîna Birêz Ocalan qebûl nakin'
Çîgdem Kiliçgûn Uçar bal kişand ser wê yekê ku ger ji bo pirsgirêkeke dîrokî çareser bibe divê gavên tên avêtin hevdû xurtir bikin û got, "Hikûmet her tim sozên ne mumkun dide. Dema ku em ber bi sedsaleke nû ve diçin, an em ê pirsgirêka kurd çareser bikin û bi nirxên demokratîk re bi wekhevî bijîn, an jî kurd dê dibin zilmê de bimînin û tirk dê heman sîstema xwe ya di bin polîtîkaya mêtingeriyê ya ku li welatê me hatiye avakirin de bipejirînin. Dema mirov li ser çareseriya pirsgirêkê nîqaş bike, em qebûl nakin ku birêz Ocalan weke aktorekî dîrokî ye, di Girtîgeha Îmraliyê de be, divê azadiya wî ya fizîkî bê misogerkirin."
Piştî axaftinan agirê newrozê hat pêxisitn û pîrozbahiyê bi govendê berdewam kir.
Mûş/Milazgir
Pîrozbahiya Newrozê li Bazara Qesabên Kevin a navçeya Milazgirê a Mûşê hat lidarxistin. Di dema ku qada ku pîrozbahî lê hat lidarxistin de welatiyên beşdarî Newrozê bûn bi cil û bergên rengîn ên neteweyî hatin qadê û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" qîriyan. Girseya ku hat qada Newrozê demeke dirêj li ber xwe da. Bername bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.
'Agirê Newrozê bi banga Birêz Ocalan geş dibe'
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz di bernameyê de axivî, Newroz li her kesî pîroz kir û got, "Newroz li kesên ku guh dane banga Ocalan pîroz be. Li Kurdistanê niha dilê Kurdan li çar aliyên cîhanê bi me re ye. Îro agirê Newrozê bi banga Birêz Ocalan geş dibe. Ji ber ku ev bang banga aştî û demokrasiyê ye."
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hulakû axivî û got, "Gelê Kurd, gelê herî birêxistinkirî yê cîhanê û Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Birêz Ocalan banga aştî û civaka demokratîk kir. Em piştgiriyê didin vê bangê û li her derê belav dikin."
Piştî axaftinan bi hev re agirê Newrozê ji aliyê dayikên aştiyê ve hate pêxistin. Newroz bi govendê bi dawî bû.
Erdexan
Rawestgeheke din a Newroza Serhatê Erdexan bû. Gelek kes tevlî Newrozê bûn, li Kolana Kongreyê pîroz kirin. Pîrozbahiya Newrozê bi qîrîna dirûşma "Bijî Newroz" bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Rêveberê bajêr ê DEM Partiyê Rojhat Cûdî Yilmaz, Hevserokên DEM Partiyê yên bajêr Kadîfe Karateke û Engîn Çelîk axaftinek kirin û Newroz li gel pîroz kirin. Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar axivî û got, "Di 27'ê Sibatê de banga civaka demokratîk ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hat kirin. Ev banga derketina vîna azad, bidawîkirina şer û israra gel a ji bo jiyana bi hev re ye. Modela jiyana hevpar a gelên li vî bajarî daniye holê, modela ku birêz Ocalan daye ber çavan e modela ku birêz Ocalan daye pêş."
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin.
Bername bi konsera komên muzîkê yên herêmî bi dawî bû.
Tatos
Li navçeya Tatosê ya Erziromê ku yek ji navçeyên ku pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin e. Li hemberî baranê jî gel herikî qada Newrozê. Di pîrozbahiya ku ji navçeyên derdorê jî gel beşdar bû de, gel govend gerand û dirûşmeyên "Jîn, jîyan, azadî" berz kirin.
Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtinê destpê kir û piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan axivî û wiha got: “Kengî dengê Birêz Ocalan bigihêje raya giştî wê aştî, aştî û yekîtî pêk were. Ji ber vê yekê banga Rêberê Gelê Kurd xwedî girîngiyeke mezin e. Ev bang banga aştî û civaka demokratîk e. Ji bo hemû gel û baweriyan banga jiyana azad û bi rûmet e. Gelê Kurd li her cihê ku lê ye û li hemû qadên Newrozê vê bangê hembêz dike. Ji hemû qadên Newrozê peyam ê dide: ‘Em li pişt banga Aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd cih digirin’. Pêwîstiya hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn bi aştiyê heye. Divê em hemû vê bangê hembêz bikin. Gelê me yê ku qadên Newrozê tije dike, ji hemû cîhanê re dibêje, 'Rêberê Gelê Kurd, siyasetmedarên me, partiya me û em ji aştiyê re amade ne'. Divê îro Tirk jî bi qasî kurdan ji bo aştiyê hewl bidin.”
Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş li Tatosê axivî û wiha got: “Em di serdemeke pir girîng re derbas dibin. Li aliyekî li Stenbolê darbeyek hat kirin, ji aliyekî ve daxwaza aştiyê zêde dibe. Em têkoşîneke mezin didin û hevalên jin pêşengên vê têkoşînê ne. Ji ber ku, mixabin li van axan, li cîhanê û li gelek deverên Tirkiyeyê jin rastî gelek zextan tên. Hê jî jin tên kuştin, jin hê jî li malên xwe rastî şîdetê tên, jin hê jî bi mêran re wek hemwelatiyên wekhev nayên dîtin. Îro jinên Kurd sloganên ' Jin , jiyan , azadî ' li hemû cîhanê deng vedidin.”
Meral Daniş Beştaş anî ziman ku hê jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bingeha siyasî û hiqûqî nehatiye avakirin û wiha axivî: “Em dibînin ku pêwîstiya herî lezgîn a vî welatî bingeha siyasî û hiqûqî ye.”
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û li dora agir govend hat gerandin.