Li Perperike ya Zarokistanê pîrozbahiya Newrozê

  • 12:42 20 Adar 2025
  • Rojane
 
AMED - Zarokên li Kreş û Mala Nihêrtinê a Perperike ya Zarokistanê ya girêdayî Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê ku perwerdeya pirzimanî dibînin, bi mûnasebeta 21’ê Adarê pîrozbahiyek li dar xistin û Newroz pîroz kirin.
 
Zarokên Perperike ya Zarokistanê ku di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de perwerdeya pirzimanî dibînin, bi boneya cejna Newrozê cil û bergên neteweyî û herêmî li xwe kirin, stran strandin, govend gerandin û bi çalakiyên cihêreng kêf şahiyek pêk anîn.
 
Xebatkarên Zarokên li Kreş û Mala Nihêrtinê a Perperike ya Zarokistanê diyar kirin ku dixwazin bi perwerdehiya pirzimanî re çand, hûner û dab û nêrîtan jî bi zarokên li Kreş û Mala Nihêrtinê ya Perperike ya Zarokistanê dixwînin, bidin zanîn. Pîrozbahiya li Perperika ya Zarokistanê, mamosteyan bi zarokên perwerdeya pirzimanî dibînin re, şahiyeke bêhempa  Newroz pîroz kirin.