Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ bû

  • 12:29 20 Adar 2025
  • Rojane
COLEMÊRG - Ji bo pîrozkirina Newrozê li navçeya Geverê bi hezaran kes herikin qada pîrozbahiyê. Agirê Newrozê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hat pêxistin û peyama xwedî li derketina bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn.  
 
Yek ji navendên ku dê pîrozbahiya Cejna Newrozê lê hat lidarxistin jî navçeya Geverê ya Colemêrgê ye. Welatiyên navçeyê serê sibê qada pîrozbahiyê tije kirin. Ji gelek deverên bajar welatî berê xwe dan Stadyuma Cîloyê ku dê Newroz lê hat pîrozkirin. Piraniya beşdaran jin û ciwan in. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. 
 
Piştî 10 sal şûn de Newroz bi dirûşma “Rebêrtiya Azad Civaka Demokratîk” û "Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" hat lidarxistin. Siyasetmedar, parlamenter, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de dirûşma "Bijî Serok Apo” olan da. Ciwan û jin bi cil û bergên rengîn qad xemilandin. 
 
Piştî rezgirtinê Hevserokê DEM Partiyê ya Geverê Ercan Sevmez axivî û diyar kir ku piştî çend sal şûnde li vir pîrozbahî tê lidarxistin û ev yek heyecanek mezin e. 
 
Dayika Aştiyê Gulbeyaz Mihçi, jî Newroza dayikên eş kêşandî pîroz kir û banga xwedî li derketina bangewaziya Abdullah Ocalan kir. 
 
Parlamenter Oznûr Bartin jî di axaftina xwe de behsa girîngiya peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha axivî: "Birêz Ocalan bang kir û xwest her kes guh bide vê bangê. Divê her kes vê berpirsyariya dîrokî ya ku birêz Ocalan girtiye ser milê xwe fêm bike. Baweriya me bi pêşengên xwe û Rêberê gelê Kurd heye. Divê piştgirî û tevkariya vê bangê bê kirin û bi hestiyarî nêz bibin. Newroz azadî, berxwedan, serhildan e.
 
Em îro li vê qadê Newrozeke pir pîroz pîroz dikin. Peyama ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hat dayîn, roja me ronî kir. Me di hevdîtinên gel de peyama birêz Ocalan da û gel jî got em aştiyê dixwazin. Sala 2025’an wê bibe Newroza azadiyê. Yên ku dibêjin 'Me Kurd tine kir' divê li vê herêmê baş tevbigerin. Gelê Kurd gav paşde neavêtiye û nakeve. Gelê Kurd serî li ber kesî natewîne. Her kes vê yekê baş dizane."
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê bi pêşengiya dayikan bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hat pêxistin. 
 
Pîrozbahî bi stranên Arhat û Rugeş Bazî û gerandina govendê bi dawî bû.