Ji Newroza Êlihê peyama 'Divê Abdullah Ocalan azad bibe!'

  • 12:27 20 Adar 2025
  • Rojane
ÊLIH - Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza li Êlihê bûn û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Di axaftinan de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin.
 
Li Êlihê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Rebêrtiya Azad Civaka Demokratîk” û "Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" hat lidarxistin. Bi hezaran kes, ber bi Qada Newrozê ya li Taxa Pazaryeriyê ve herikin. Ligel barîna baranê û hewayê sar jî welatiya li ber stranên Kurdî demeke dirêj govenda Newrozê gerandin
 
Di vê navberê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate vekirin. 
 
Hevşaredara Êlihê ya ku wezîfeya wê hatî desteserkirin, Gulista Sonuk destpêkê Newroz li Rêber Apo pîroz kir û got, gelê Kurd bi banga sedsalê re ye, bi çareseriya demokratîk re ye.
 
Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik jî got, “Newroza gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn pîroz be.”
 
Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Tayîp Temel diyar kir ku Kurd di Newrozê de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin û ev tişt bilêv kir: “Em ê armanca vê bangê pêk bînin. Banga Birêz Ocalan tovê jiyanê li Kurdistanê çand. Banga Birêz Ocalan, banga yekîtiya neteweyî ye. Divê em barê Birêz Ocalan sivik bikin. Em deng bidin vê bangê. Divê em destê girtiyên siyasî xurt bikin. Îro roj roja me ye. Ev bar li ser milê we û me ye. Li ser milê gelê Kurdistanê ye.
 
Heta ku Birêz Ocalan azad nebe, ev pêvajo bi encam nabe. Lewma gelê Kurd azadiya Birêz Ocalan dixwaze. Ez bang li Wezîrê Edaletê dikim; gotinên xwe yên şaş, rast bikin. Yên ku li Qamişlo û Kobanê komkujiyan dikin, wê hesabê bidin vî gelî.”
 
 
Hunermend Mehmet Atli derket ser dikê û agirê Newrozê jî hate vêxistin.
 
Dû re aktîvîsta TJAyê Mekiye Ormanci axivî. Mekiye Ormanci Newroz li hemû girtiyan pîroz kir û wiha got: “Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Berîvan, Ronahî û Semayan bi rêzdarî bibîrtînin. Em di qonaxeke dîrokî de derbas dibin. Yên ku manifestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan encam bikin jin in. Banga Rêberê Gelê Kurd mizginiya jiyaneke azad e. Em ê vê bangê misoger bikin û her derê bikin qada Newrozê. Em ê bibin pêşengên vê serdemê û guherandinê. Dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd e, azadiya jinê û gelan e. Jin jiyan azadî.”
 
Pişt re jî Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn Bayindir, Newroz li her çar aliyê Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Em şahidên rojên pîroz in. Ji ber ku ev Newroz dê bibe wesîleya azadiya gelê kurd û Kurdistanê. Sê tişt zehf ji hevdû xweştin. Newroz, Kurd û berxwedan. Vaye qada Êlihê vaye berxwedan û têkoşîn. Ev Newroz Newroza civakeke demokratîk û aştiyeke birûmet e. Di 27ê Sibatê de peyameke dîrokî ji gelên cîhanê re şand. Got em di serdemeke dîrokî re derbas dibin. Ji ber vê hemû kurdên cîhanê û dostên gelê kurd piştgirî dan vê bangê. Em dibînin bi sedhezaran kes piştgirî didin nexşerêya Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan.
 
Gelê kurd di biharê de têkoşîna xwe geş dike. Êdî kurdê bindest nema ye. Herkes bi serfirazî û serbilindî dibêje ez kurd im zimanê min kurdî ye û Kurdistanî me. Ez ê heta serkeftinê têkoşîna xwe bimeşînim.”
 
Keskîn Bayindir, bal kişand geşedanên li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha berdewam kir: “Zalimek danîne ser rêveberiya Şamê. Em dibêjin pêşeroja Sûriyeyê ne bi Ehmed Şera dê bi modela Rojava pêk were. Dewleta tirk û desthilata AKPê li wir hesabên xelet dike. Dibêjin bila li wir yek netew û ol hebe. Ji ber vê em dibêjin dewleta tirk destên xwe yên qirêj ji rojavayê Kurdistanê vekişînin li wir azadî heye.”
 
Keskîn Bayindir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayikên dilşewat tenê tiştekê dibêjin. Aştî û edaletê dixwazin. Lê ev zalim çi dikin. Li gundê Berxbotanê yê Kobanê 7 zarok 9 kes qetil kirin. Em vê qebûl nakin. Hem hûn ê zarokên me qetil bikin hem jî bêjin em ê hev hembêz bikin. Ev feraset sernakeve. Em bi desthilatê nebawer in. Em bi rayedarên wan ne bawer in. Em ji vê qadê, Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Ocalan bawer in. Feraseta wan feraseta dijminatiyê ye.”
 
‘Gelê Kurd gihiştiye qonaxa azadiyê’
 
Keskîn Bayindir ji bo Newroza Amedê ku dê sibê were pîrozkirin bang kir û wiha got: “Em vê qadê vedixwînin Newroza Amedê. Dê Newroza Amedê bi milyonan deriye azadiyê û aştiyê veke. Em hêvî dikin ku dengê Rêberê Gelê Kurd bibîhisin. Bar li ser milê her kesê ye. Ji ber ku gelê kurd gihiştiye qonaxa azadiyê. Ji ber ku êdî tu dewlet nikarin vê têkoşînê bi paş ve bibe. Ev rê rêya heqîqet, rûmet û xîretê ye. Bila ev sal bibe sala azadî û aştiyê. Bila ev Newroz bibe Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan.”
 
Piştî axaftina Keskîn Bayindir, Aryen Kom derket ser dikê û got stranên xwe “Ji bo Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk” dibêjin. Girseyê li ber stranên Aryen Komê govend gerand.
 
Bernameya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.