Peyama Rihayê eşkere ye: Kurd azadiya Birêz Ocalan dixwazin

  • 12:05 20 Adar 2025
  • Rojane
RIHA -  Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan di pîrozbahiya Newrozê ya Rihayê de axivî û got, "Gelê Kurd xwedî hesasiyet e, divê hikûmet vê yekê paşguh neke. Kurd dixwazin li erdnîgariyeke azad bijîn. Kurd dixwazin nasnameya wan bê naskirin û şert û mercên azadiya Birêz Ocalan bên dabînkirin."
 
Li bajarê Riha yê bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Newroz bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Newroz Civaka Demokratîk" hat pîrozkirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Parlamenterên Rihayê Dîlan Kunt Ayan û Omer Ocalan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, hevşaredarên navçeyan ên DEM Partiyê, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka yek ji sembola serhildana rojiyên mirinê Alî Çîçek, Ayşe Çîçek û bi hezaran kes beşdar bûn. Li ser dikê pankarta “Newroz ji bo azadiya civaka demokratîk” hate daliqandin. Di çarçoveya kampanya "Ji bo aştiyê milyonek îmze" ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li qada Newrozê bi hezaran îmze hatin komkirin. Beriya ku pîrozbahî dest pê bike, li ber stranan govend hat gerandin. 
 
Qada ku pîrozbahî lê hat lidarxistin bi alên partiyê yên kes û sor û zer hatibû xemilandin, pankarta "Newroz ji bo azadiya civaka demokratîk" li ser dikê hat daliqandin. Welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî ketin qadê û li gel muzîkê govend gerandin.
 
Pîrozbahiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
 
'Riha çareseriyê dixwaze'
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bi gotina "Silav Riha, bajarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan" dest bi axaftina xwe kir. Girseyê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" ew pêşwazî kirin. Omer Ocalan diyar kir ku di 23'ê Cotmeha 2025'an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re silavên xwe ji ciwanên Rihayê re şandiye û got, "Riha bi salan e li ber xwe dide û bedelên mezin daye. Îro jî gel ev qad dagirtiye û piştgiriyê dide têkoşîna birêz Ocalan. Em banga Birêz Ocalan hembêz dikin. Newroz li çar parçeyên Kurdistanê pîroz be."
 
Agir bi sloganan hat pêxistin
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê bi pêşengiya Dayikên Aştiyê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hat pêxistin.
 
Pîrozbahî bi govenda bi stranên Kurdî yên Hamît Karadenîz û Hediye Kalkan bi dawî bû.