‘Em ê Newrozê bi rihê azadiyê pêşwazî bikin’

  • 09:03 20 Adar 2025
  • Rojane
 
 
STENBOL - Jinên der barê Newroza Stenbolê ku wê 23’yê Adarê de li Qada Yenîkapi pêk bê axivîn û gotin: “Em ê Newrozê bi rihê azadiyê pêşwazî bikin. Em hemû gelan, jinan, ciwanan, dayikan dipên qada Newrozê. Em banga tevlibûnê li hemû kesî dikin.”
 
Banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 27’ê sibatê de hat deklerekirin îsal mohra xwe li qadên Newrozê xist. Newroza îsal ya Stenbolê wê bi tevlibûna sedhezaran kesî li Qada Yenîkapi  pêk bê.
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar û jinên DEM Partiyî der barê Newrozê de axivîn.
 
Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar da zanîn ku Newroz ji bo gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn rojek watedare û got: “Newroz sembola mizginiya biharê ye. Heman demê de sembola berxwedanê ye jî.Têkoşîna gelê Kurd ji salên 1990’î heta niha li dora agirê Newrozê bûye yek. Di roja îro de jin di bin zextan de newekhevî û bêdadî heye. Em bi zîhniyeta dewletê ya ku gelan tîne hem ber hev re rû bi rû ne. Ji ber vê Newroz ji bo gelan girîngin. Agirê Newrozê her diçe mezin dibe û pêş dikeve. Îro bi têkoşîna demokrasiyê ya tê meşandinê re gihiştiye nokteyek girîng û bi nirx.”
 
‘Bangek dîrokî heye’
 
Arîfe Çinar balkişand ser pîrozvahiyên Newrozê û wiha vegot: “Bangek dîrokî heye. Divê her beşê civakê guh bide vê bangê. Divê her kes vê berpirsyariyê bigire ser milê xwe. Divê em bi hemû dînamîkên civakî ve girêbidin û aşitiyê di nav gel de rave bikin. Sedema vê hêviyê jî banga hatinê bû. Ji bo kedkar, jin, gel û baweriyan bû hêviyeke mezin. Ev gel ji ber şerê nîvsedsalê westiyaye. Civak bi tundiyê re rû bi rû ma.  Ev yek ji encamên şer e.  Tiştên li Sûriyeyê diguherin. Dema ku ev kevir diherikin, li ser gel û baweriyan komkujiyên giran tên kirin. Yek ji van baweriyan bi taybetî Elewî ne. Li Sûriyeyê Elewî tên qetilkirin, em vê şermezar dikin. Em ê di 23’yê Adarê de li Stenbolê bi şîara ‘Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk’ pîroz bikin. Em hemû gel, jin, bawerî, ciwan û dayikên xwe li qadên Newrozê pêşwazî dikin.”
 
‘Em Newrozê bi rihê azadiyê pêşwazî dikin’
 
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Stenbolê Kamîle Kandal jî destnîşan kir ku Newroz ji bo gelên Rojhilata Navîn girînge û ji bo gelê Kurd sembola berxwedanê ye. Kamîle Kandal wiha dirêjî axaftina xwe: “Newroz ji bo jinan jî xwedî wateyeke pir girîng e. Newroz ji bo me roja şiyarbûna biharê, evîna azadî û berxwedanê ye. Hem di warê têkoşîna gel û hem jî di warê têkoşîna jinê de em jin bi ruhê azadiyê Newrozê pêşwazî dikin. Tevî qedexeyan jî gel Newroz hembêz kir, lê Newroza îsal cuda ye. Me jinan 8'ê Adarê bi coşeke mezin pêşwazî kir. Ji ber ku em di serdemeke ku têkoşîna jinan a li cîhanê gelekî bilind e.  Ev sal ji bo me xwedî girîngiyeke taybet e. Ji ber ku rê li ber pêvajoya siyaseta demokratîk hat vekirin û ji bo pirsgirêka Kurd gav hatin avêtin. Bi banga Birêz Ocalan a li Îmraliyê, îsal hem 8’ê Adarê hem jî Newroz wateyek pir cuda wergirt. Di vê wateyê de coşa wî mezin e, lê berpirsiyariya wî jî mezin e.  Me bi ruhekî pir xurt 8’ê Adarê pêşwazî kir, pêwîste em bi heman ruh û berxwedanê Newrozê pêşwazî bikin. Divê hemû jin bi ruhê azadiyê beşdarî Newrozê bibin. Û bila Newroz bibe sedema aştiyeke mezin.”
 
‘Em ê Newrozê bi coş pêşwazî bikin’
 
Berdevka jinan a Herêma Sêyemîn a DEM Partiyê Sakîne Ozkan jî ev tişt anî ziman: “Divê Newroz ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan bibe cejn. Ne tenê li Tirkiyeyê, li gelek deverên cîhanê jî destpêka biharê ye. Em ê Newrozê weke her car bi zindî, berxwedêr û azad pêşwazî bikin.  Newroza îsal ji ber peyama ku birêz Abdullah Ocalan ji me re şand, wê cuda be.  Newroz her tim bi rengê jinê heye.  Em jin bi wê kelecanê bi cil û bergên xwe yên rengîn, bi gotin û halayên xwe dest pê bikin û bi vî rengî biqedînin. Her sal dê wisa be. Em hemû jin, ciwan û hemû girseyên bindest ên li Tirkiyeyê vedixwînin Newrozê.”