
Neslîhan Şedal: Serdestiya mêr hebûna jinan hedef digire
- 09:02 20 Adar 2025
- Rojane
Rabîa Onver
WAN - Di ser tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re mehek derbas bû û hemû projeyên hevşaredaran kiribûn jiyanê hatin betalkirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin da zanîn ku çawa qeyûm hatine proeyên jinan betal kirine û got: “Siyaseta qeyûm û rejîma qeyûm wê bi têkoşîna jinan winda bike."
Meha borî qeyûm tayînê şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin û hemû projeyên ku hevşaredaran xistibûn jiyanê betal kirin. Projeya JINKART, Qerta Piştgiriya Civakî ya ji bo jinên xizan hatibû dayîn projeya tesîsên civakî yên hilberandin û civakîbûnê, projeyên di qada çand, ciwan, jin, îmar, av, rê û kanalîzasyonan de hatin betalkirin.
Hevşaredar Neslîhan Şedal ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin der barê mijarê de axivî.
‘Me gelek proje xistin jiyanê’
Neslîhan Şedal da zanîn ku sê deme li Kurdistanê îradeya gel tê xespkirin, bi destê qeyûman hemû hebûna jinan hedef tê girtin. Neslîhan Şedal wiha got: “Zîhniyeta serdet a mêr her tim destkeftî û hebûna jinan hedef girtiye. Lê li dijî vê têkoşîna jinan her tim mezin bû. Me jî wek tevgera jinên Kurd li vir bi perspektîfa azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk gelek xebatxistin jiyanê.”
‘Me ewil planên stratejîk ava kirin’
Neslîhan Şedal daxuyakirin ku qeyûman pergala hevserokatiyê hedef girtiye û wiha domand: “Me bi perspektîfa azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk gelek xebat xistin jiyanê. Lê qeyûm hatin û ewil ev proje dan rawestandin. Dema em hatin rêveberiyê me şaredartiya jinê derxist pêş û me xwest em civakî bikin. yekane tişta me kir avakirina plansaziya stratejîk a jinê bû. Me bi STK, dînamîkên jinan, komele û platformên jinan biryara vê da."
‘Em bi astengiyan re hatin rû hev’
Neslîhan Şedal bi lêv kir ku piştî hilbijartinan wek hevşaredar û encamên meclîsê ewil saziyên ku ji aliyê qeyûman ve hatibûn girtin vekirine û wiha anî ziman: “Qeyûman jin mahkumê hawira tundiyê kiribû. Ji îstasyona alîkariyê bigirin heta xeta Alo Tundiyê, navendên jiyanê yên jinan, qadên hilberîna jinan, koperatîfên jinan hatibûn girtin. Dema em hatin me hewlda em vebikin lê em bi astengiyên burokratîk re hatin rû hev. Qeyûm çawa hatin projeya JINKART ya kum e xistibû jiyanê betal kirin. Her wiha projeya me ya Sosyal Kart hebû. Ew jî betal kirin. Lê em dibêjin ku we rejîma qeyûm bi têkoşîna jinê winda bike. Em jin vê qebûl nakin û em ê têkoşîna xwe bidomînin.”