Li Barselonayê bi hezaran kes ji bo Kobanê meşiyan

  • 18:36 26 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Barselona ya Katalonyayê bi hezaran kesî 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê pîroz kirin û piştgirî dan berxwedana Tişrînê.
 
Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê bi hezaran Kurd, dostên wan, siyasetmedar, sendîkavan, akademîsyen, rêxistinên jin û ciwanan li Qada Ramla del Raval a Barcelonayê hatin ba hev. Girse bi hilgirtina pankarta "Parastina Kobanê tê wateya parastina jiyanê”, posterên Abdullah Ocalan û alên YPG, YPJ, TJK-E’yê û berzkirina dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî YPG", "Bijî Serok Apo" û "Qatil Erdogan" dest bi meşê kirin.
 
Di çalakiyê de êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li dijî Rojava hatin şermezarkirin. Di axaftinan de hate gotin ku "parastina Rojava tê wateya parastina wekhevî, azadî û ekolojiyê" û hate diyarkirin ku berxwedana YPG û YPJ'ê ya li Tişrînê ji bo gelan bûye çavkaniya îlhamê.  
 
Li ber konsolosxaneyê çalakî
 
Di meşa ku li ber Konsolosxaneya Tirk bi dawî bû, çalakgeran Tirkiye û rejîma Erdogan şermezar kirin û her wiha bêdengiya dewletên Ewropayê ya li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê yên li Rojava tên kirin şermezarvkirin. Di axaftinan de hate gotin ku divê hevgirtin hîn zêdetir bê zêdekirin. Li ber konsolosxaneyê bi sedan belavok hatin belavkirin.
 
Çavkaniya hêviyê
 
Di axaftinan de hate diyarkirin ku azadiya Kobanê bi bedelên mezin hatiye bidestxistin û hate destnîşankirin ku ji bo hemû mirovahiyê bûye sembola hêviyê û wiha domandin: "Rêya ku li Kobanê destpê kir, ji bo gelên Rojhilata Navîn bigihêjin siberojeke baştir wê bidome. Berxwedana Rojava ne tenê ji bo herêmekê ji bo hemû mirovahiyê çavkaniya îlhamê ye.”
 
Di çalakiyê de berxwedana gelê Kurd hate silavkirin. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.