Ji bo endama meclisa şaredariyê ceza hat xwestin
- 12:05 22 Çile 2025
- Hiqûq
AMED - Di danişîna Endama Meclîsa Şaredariya Erxenî ya berê Ceylan Aslan a ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hat girtin de, dozger ji ber sûcê "endamtiya rêxistinê" ceza xwest.
Danişîna doza endama Meclîsa Şaredariya berê ya navçeya Erxenî ya Amedê Ceylan Aslan ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hatibû girtin, hat dîtin. Rûniştina doza Ceylan Aslan bi hinceta beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê, civîn, çalakî û çalakiyên têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bûye li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Ceylan Aslan beşdarî danişînê nebû, parêzera wê Seda Zengîn amade bû.
Dozgeriyê ji bo Ceylan Aslan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ceza xwest.
Parêzer Seda Zengîn ji bo parastina li dijî mutaalayê dem xwest.
Dadgehê daxwaza demê ya parêzer qebûl kir û danişîn taloqî 26'ê Adarê kir.