Dê êrîşên li ser rojnamegeran bên şermezarkirin

  • 15:18 27 Çile 2025
  • Rojane
 
AMED - DFG û MKG ji bo balê bikişînin ser zextên ser rojnamegeran ku roj bi roj zêdetir dibin, dê li Amedê daxuyaniyê bidin. 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo balê bikişînin ser zextên ser rojnamegeran ku roj bi roj zêde dibin, dê sibe saet di 17.00’ê de li Semta Ofîsê ya Bajarê Nû ya Amedê li pêşiya AZC Plazayê daxuyaniyê bidin. 
 
Têkildarî daxuyaniyê wiha hate gotin: “Li dijî zext û êrişên ser rojnamegeran ku roj bi roj zêde dibin, em banga piştevaniyê li tevahiya raya giştî ya demokratîk dikin.”