Talîban xebatên rojnamegerên jin qedexe kir

  • 14:04 25 Çile 2025
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Talîbana ku Efganistanê kir welatek qedexeyê, li bajarê Ghorê biryarek girt û xebatên rojnamegerên jin qedexe kir. 
 
Piştî ku rêveberiya Efganistanê di 15’e Tebaxa 2021’ê de ket destên Talîbanê, hedefa yekem jin bûn. Talîban sê sal in li welat jinan ji jiyana perwerdeyê heya hunerê dûr dixe. Herî dawî ragihandibû ku dê li ber pencereyên deverên ku jin herî zêde bi kar tînin, wek mitbax û hewş, dîwar bên çêkirin. Talîbana ku hewl dide civakê bi qedexe,  zextan û  di malan heps bike, niha  jî li bajarê Ghorê rojnamegerên jin bi hinceta ku ‘gel tehrîk dikin’ qedexe kir ku di qada medyayê de kar bikin. 
 
Qedexeyên Talîbanê li gorî herêman diguherin. Beriya niha jî li li hinek herêman heman qedexe hatibûn ragihandin. Li hinek herêman di qada giştî de axaftina jinan jî qedexe ye. Jinên ku bertek nîşanî biryarê dan, diyar kirin ku biryarên Talîbanê yên bi vî rengî pir komîk dibînin.
 
Yek ji rojnamevana li Ghorê Nafisa Noor ji Ajansa NûJINHA'yê re axivî bertek nîşanî biryarê da û got: “Em jinên Efganistanê, çi Talîban, çi DAIŞ û çi El Qaîde be, teslîmî zihniyeta wan a mêtînger nebin. Li Efganistanê beriya Talîbanê jî rewşa jinan nebaş bû lê bi hatina Talîbanê re zextên li dijî jinan zêdetir bûn. Ji ber polîtîkayên dijminên jinan ez jî di serî de hemû jin neçar man dev ji dibistanê berdin. Nifşeke nexwenda û xwedî ramanên baviksalarî di civakê de hat afirandin û hikûmeta qirêj jî bîst salên dawî Talîban û cîhadîstan hembêz kir.”
 
Nafisa Noor bang li jinên Efganî kir û got: “Yekitî û hevgirtina jinên Efganistanê divê ji jinên welatên din re jî bibe mînak. Divê em bi hêza jinan rêveberiya Talîbanê hilweşînin. An an rojên pêşiya me dê ji vê rojê xirabtir bin.”