Li Ben û Senê atolyeya ‘Projeya ji adetê ye em hildiberînin’
- 09:02 25 Çile 2025
- Ked/Aborî
Gulîstan Gulmuş
AMED - Li Ben û Senê di çarçoveya ‘Projeya ji adetê ye em hildiberînin’ atolye hat destpêkirin û bi vê re gelek jinî di atolyeyê de cihê xwe girtin. Jinên li vir pedên hîjyenîk yên jinan amade dikin, diyar kirin ku proje hem di alî tenduristiya jinan hem jî di alî aborî de gelek baş e.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 22’ê Çile de bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ya bi navê "Ji adetê ye em hildiberînin" atolyeya ji bo hilberandina pedan li Navenda Jiyana Jinê ya Ben û Senê vekir. Bi vekirina atolyeyê re gelek jinî tê de cihê xwe girtin. û pedên hîjyenîk hidiberînin.
Jinên ku hînî hilberîna pedan bûn der barê atolyeyê de û fêdeyên wê de ji JINNEWS’ê re axivîn.
‘Ped di alî tenduristiyê de başin’
Jina bi navê Makbule Yildirim da zanîn ku ev proje hem ji alî aboriyê de hem jî bo tenduristiya jinan de baş e û got: “Min berê dirûnvanî dkir. Min dixwest karekî min hebe. Em karê çandiniyê dikin. Li ser erdan dixebitîn. Bila ji bo jinan qad hebin û jin bixebitin. Bila jin li ser piyên xwe bisekinin. Bi vî awayî em dikarin li zarokên xwe binêrin. 6 zarokên min hene. Ez hem dê hem bav im. Ez wan didim xwendin. Ji ber vê ev kar min kêfxweş dike. Ev ped ji bo tendurisityê başin. Berê min ped bikarnedianîn. Cilên min ên spî hebûn û min ew utî dikir û bi kar dianî.Jinên Kurd dikarin van bikar bînin.”
‘Divê hemû jin pedan bi kar bînin’
Cîhan Muhammed jî daxuyakirin ku ji bo dirûnê fêr bibe tê vir û wiha anî ziman: “Ji bo kar fêr bibim hatim vir. Ez fêr dibim. Em dirûtina pedan fêr dibin. Divê hemû jin bên vir û dirûnê fêr bibin. Divê jin van pedan bi kar bînin. Ji ber ped di alî tenduristiyê de baş in.”
‘Bila zêde bibin’
Nurcan Polat jî got ji bo fêde bigihêje wan li virin û der barê armanca projeyê de got: “Ev proje ji bo ku jin pedên hîjyenîk bikar bînin hatiye destpêkirin. Pedên baş in û paqijin. Em di alî aborî de li vir dixebitin.Daxwaza ji bop edan zêde bibe em ê jî karê xwe bidomînin. Divê ev proje belav bibe û zêde bibe.”
‘Pedên hîjyenîk..’
Songul Taylan jî wiha destnîşan kir: “Em îro ji bo dirûtina pedan li vir in. Ji bo vê ev qurs hat vekirin. Ped ji bo jinan baş û hîjyenîkin. Em ji bo debara xwe li vir dixebitin û ji ber vê ez îro li virim.”
Jina bi navê Songul Fîdan jî wiha anî ziman: “Em ji bo jinan pedan didrûn. Ev ped hîjyenîkin. Carnan em yên din digirin em nexweş dikevin. Lê ev başin. Tenduristiya me girînge.Em hem alî aborî de hem alî manewî de fêdeyê digirin. Divê hemû jin van pedan bikar bînin.Ev ped tên şûştin û carek din tên bikaranîn.”