50 otobusên ji bo koçberan çûn Şehba û Şêrawa hatin astengkirin

  • 14:43 4 Kanûn 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nêzî 50 otobusên ku ji bo veguhestina koçberên din ên li Şehba û Şêrawayê mane derketibûn rê, ji aliyê komên komên girêdayî dewleta Tirk ve hatin astengkirin.
 
Piştî êrişên dewleta Tirk û komên girêdayî wê ku li ser Til Rifat û Şehbayê pêk hatin, Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê bi armanca pêşîgirtina komkujiyan biryara veguhestina gel a ji bo herêmên bi ewle girt. Li ser biryarê di 2’yê Kanûnê (2024) de dest bi veguhestina gel a ji bo herêmên Rêveberiya Xweser hat kirin. 
 
Heta niha bi deh hezaran welatî veguhestine Tebqa û Reqayê. Lê hîn jî gelek welatî li Şehbayê mane.
 
Ji bo veguhestina kesên mane jî, 50 otobus duh êvarê ber bi Şehba û Şêrawa ve derketin rê. Pêwîst bû ku îro otobus gelê li herêmê bianiya. Lê li ketina bajarê Ehdasê ji aliyê çeteyan ve hatin astengkirin.
 
Hewldanên ji bo derbaskirina otobusan berdewam dikin.