Kesên diziyê dikin ceza bikin ne yên ku gilî dikin!

  • 09:04 17 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
Dîlan Babat
 
ENQERE-Di pêvajoya ku hevşaredara berê ya Qereyaziyê Melîke Goksu ku niha li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye, alavên ziynetê û pereyê çenteyê wê de kêm derbasî girtekan kirin. Melîkeyê der barê vê de gilî kir û der barê Melîkeyê de bi îdiaya ‘tehdîda bi nîtelîk’ ceza hat birîn û der barê Midûrê TEM’ê de jî ku girtek girtibû tu girtek nehat girtin.
 
Hevşaredara berê ya Qereyazi ya Erziromê ya HDP’ê Melîke Goksu, ji girtîgeha jinan a Sîncanê ji JINNEWS’ê re nameyek şand û binpêkirinên mafan yên dema girtin û di pêvajoya dozê de vegot.
 
Ne ji bo polîsan ji bo wê ceza hat birîn
 
Melîkeyê daxuyakirin ku di 19’ê îlona 2019’an de bi hinceta lêgerîna wê heye hatiye binçavkirin û piştî hatiye binçavkirin emniyetê bêyî parêzer xwestiye îfadeya wê bigire û wê jî ev qebûl nekiriye. Melîkeyê wiha got: “Min got ez li dozgeriyê tiştên hewe bêjim. Dema ez dibirim emniyetê nehiştin ez çeteyê xwe yê di wesayîtê de bigirim. Di wesayîtê de lêgerîn kirin. Bêyî min li çenteyê min mêze kirine û alavên min yên zîhniyetê û pereyê min girtine û kiribûn girtekan. Min jî got ez vê girtekê qebûl nakim û min got çenteyên min bidin min., min got kêmin. Lê kesî ev li ber çavan negirt. Midûrê TEM’ê got ‘hûn hemû terorîstin, wê kî bi van gotinên te bawer bike, tu îmze nakî neke’. Ji odeyê derket. Dema derxistin dozgeriyê min rewş vegot û gilî kir. Midûrê TEM’ê îdia kir kum in ew tehdîd kirine, der barê min de girtek girtine û ji ‘heqeret û tehdîdê’ doz hat vekirin. Min li dadgehê got dîmenên kamerayan temaşe bikin û analîza deng bikin. Tevî dadgehê ev dîmen ji emniyetê xwestin,b ersivek nehat dayîn. Tevî vê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ Duyemîn Dadgeha Asliyeyê  7 sal û nîv ceza da û  bêyî mafê gotina dawî bidin min salek û 8 meh ceza birîn. Îstînafê ceza xera kir.”
 
Ji nûve ceza dan
 
Melîkeyê bi lêv kir ku di doza ku ji nû ve hat dîtin de du polîsên ku ne di odeya lêpirsînê de bûn, di runiştinê de şahidiya derew kirin. Melîkeyê wiha nî ziman: “Naqokiyên di îfadeyên polîasn de carek din nîşan da ku ew wê rojê ne li wir bûn. Lê heyetê ji nûve ceza da min. Ji ber van dijhiqûqiyan îstînafê dîsa doz xera kir û şand buroya lihevkirinê. Parêzerê memurê sereke, li vasiyê min geriya û  got ‘100 hezar TL bidin em dosyayê bigirin.’ Malbatê ev ji min re ragîhand û min  dayîna pere qebûl nekir û min got baweriya min bi daraz û saziyan tuneye, ez ji lîstikên tên lîstin haydarim. Lihevkirina îfteya hatiye kirin tuneye.  Rewşa hatiye jiyîn ji bo têkbirina îtîbarê ye. Min bihistibû ku di bin navê bora darazê de dosyayên mirovan tên girtin. Min got ev bi zanebûn vediguhere qada rantê.
 
Pereyê kêm 5 sal şûnde hat radestkirin
 
Memurê gilî kiribû bi hêrs ‘min ev pere ne ji bo xwe ji bo saziyê xwest, divê dosya biguhere, darizandike wisa nabe divê ev kes bê darizandin’ qîriya. Serokê dadgehê bi gotina ‘tu çi dixwazî? Bersivek çawa dixwazî? Tu ne gumanbar şahidî, çima evqas hêrs dibî?’ memur hişyar kir. Min jî got ev ji ‘psîkolojiya sûcdariyê’ pêk tê. Min got baweriya min bi darazê tuneye. Dadgehê bêyî tu delîl tunebû  ji ‘tehdîda bi nîtelîk’ mehek cezayê girtîgehê da. Her wiha 5 sal şûnde saziyê biryar da nasnameyên min yên saziyê (hevserokatiyê) bê radestkirin. Ji bazinê winda û pereyê kêm yên girtekê hîna tu agahî tuneye. Min bi dehan carî serlêdana sûc kir. lê tu encamek nehat giritn.  36 hezar pereyê kêm hatiye hesabkirin û di girtekê de derbas dibe 5 sal şûnde hat radestkirin.”