Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dewam kir

  • 16:43 16 Cotmeh 2024
  • Çand û Huner
 
MÊRDÎN - Şaredariya Şemrexê di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan de ji bo zarokên navçeyê lîstika şanoyê ya ‘Sê Ezezok” da nîşandan. 
 
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan a bi hevkariya Şaredariya Navçeya Şemrexê û Sanatça Organîzasyon ve tê lidarxistin berdewam dike. Mîhrîcan bi çalakiyên cihêreng ên hunerî didome. Di çarçoveya mîhrîcanê de ji bo zarokan lîstika şanoyê ya “Sê Ezozok” li Qada Cumhuriyetê hat pêşandan. Hevşaredara Şemrexê Kudret Uçuk û Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya jî bi zarokan re temaşeyî şanoyê kirin. Şanoyê zarok kenandin û kêfxweş kirin. 
 
Wê Mîhrîcan îro bi nîşandan û danasîna cil û bergên kurdî û konsera Koma Sorjiyan û stranbêj Ayfer Duzdaş bi dawî bibe.