Rojnamegerên binçavan de hatin berdan

  • 18:32 16 Cotmeh 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - 3 jê rojnameger 19 kesên ku di çalakiya Dayikên Aştiyê de binçavkirin serbest hatin berdan û 2 kes jî sewqî dozgeriyê hatin kirin.
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên ku bi daxwaza "Şer na, niha aştî" li bajarokê Tilqebîn ya navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin cem hev, cendirmeyan êrişî wan kir. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut û Mahmut Altintaş û nûçegihana Jinnewsê Derya Ren jî di nav de 22 kes hatin binçavkirin.
 
Hatin berdan
 
Ji kesên hatin binçavkirin Lezgîn Kosen ê ji ber şikestina paxanên wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û 21 kesên din jî yên li Qereqola Tilqebînê sewqî edliyeyê hatin kirin. Hevşaredarê Cizîrê Abdurrahîm Durmuş û Serdar Kayaalp ji bo îfadeyê birin edliyeyê hatin kirin. 3 jê rojnameger 19 kes jî birin Parka Newrozê ya li aliyê din ê bajêr û li vir serbest hatin berdan.
 
Navê kesên serbest hatin berdan wiha ne: "Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut û Mahmut Altintaş û nûçegihana Jinnewsê Derya Ren, Endama Meclîsêa DBP'ê Gogercîn Aras, Hevserokên DEM PArtiyê yên Mêrdînê Necla Acibûcak, Hevserokê DEM Partiyê ya Cizîrê Yilmaz Sanri, Nurten Sancar, Baran Bakîn, Abdulvahap Admiş, Abdulaziz Baysak, İbrahim Kaylan, Nuri Salgucak, Sadun Aklant, Muryeme Turan, Davut Kalkan, Dahila Admiş, Aynur Ayas, Perihan Nayır û Mehmet Akman."
 
Karê îfadeyê yê Hevşaredarê Cizîrê Abdürrahim Dûrmûş û Serdar Kayaalp ên li edliyeyê jî didomin.