Berxwedana Dayikên Aştiyê dewam dike

  • 08:47 16 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX - Çalakiya nobedê ya ku ji aliyê endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ve bi dirûşma "Ji şer re na aştî hema niha" li gel êrîş, zext û binçavkirinan bi coş dewam dike.
 
Çalakiya nobedê ya endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ku li bajarokê Tilqebînê yê navçeya Silopiya ya Şirnexê bi daxwaza "Ji şer re na aştî hema niha" hatin cem hev, dewam dike. Dayikên ku tevî binçavkirin, lêdan û êrîşa leşker û polîsan a tevahiya rojê paşve gav neavêtin, li ber avahiya Bajaroka Tilqebînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya gelan (DEM Partî) nobeda xwe didomînin.
 
Betanî avêtin çopê
 
Leşkeran tevahiya şevê avahiya partiyê dorpêç kirin û nehiştin dayik pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin. Dayikên ku bi şev ji ber hewa sar xwestin bi betaniyan xwe germ bikin ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Leşkeran betanî girtin û avêtin çopê.
 
Leşkeran wesayîta parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu jî asteng kirin û xwestin di hundirê wesayîtê de lêgerînê bikin. Li ser vê yekê rageşî derket.