Rapora otopsiya pêşî ya Rojînê: Ji 100'î zêdetir nimûne girtin

  • 08:37 16 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Rapora otopsiya pêşî ya Rojîn Kabaîş bi hinceta “biryara veşarî” heye nedan Baroya Wanê.
   
Cenazeyê xwendekara Zanîngeha Wanê Rojîn Kabaîş piştî 18 rojan duh li qeraxê Gola Wanê li nêzî gundê Mele Qasimê hat dîtin. Cenaze ji bo otopsiye birin Saziya Tiba Edlî (ATK) a Wanê. Karûbarên otopsiyê piştî 8 saetan bi dawî bûn û hat zanîn ku laşê wê xera bûye. Malbatê cenazeyê keça xwe teşhîs kir. Ji sed heb nimûneyî zêdetir ji laşê Rojînê hat girtin û qismek li ATK’a Wanê hiştin û qismek jî dê ji bo lêkolînê bişînin ATK’a Stenbolê. 
 
Biryara veşarî ya li ser dosyayê 
 
Hat diyarkirin ku rapora lêkolîna ango rapora pêşî ya otopsiyê nedane Baroya Wanê. Baroyê ragihand ku dozgeriyê “biryara veşarî” daniye ser dosyeyê û ji ber vê biryarê agahî û belge bi wan re nehatine parvekirin. 
 
Cenaze şandin Amedê 
 
Piştî karûbarên otopsiyê bi dawî bûn, cenaze radestî malbatê hat kirin. Malbatê piştî cenaze wergirt ber bi Amedê ve derket rê. Hevşaredarên Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal jî li gel malbatê çûn Amedê. Hat zanîn ku wê cenazeyê Rojînê li Goristana Yenîkoyê ya Rezana Amedê bê veşartin.