Ji Rojîn Kabaîş 18 roj in agahî nayê girtin

  • 15:37 14 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Li gel ku lêgerîna li Rojîn Kabaîş 17 roj li du xwe hiştin jî derbarê wê de tu agahî nehat girtin.
 
Ji xwendekara Zanîngeha Yuzuncu yilê ya ya 21 yeksalî 18 roj in tu agahî nayê girtin. Lêgerîna li Rojînê di roja 17'an de jî berdewam kir. Rojîn a ku lêgerîna wê berdewam dike ji bilî destmala serê wê ya ku di roja 13'an de li peravê YYU'yê hat dîtin tu şopekedin derbarê wê de nehat dîtin.
 
Li ser daxwaza bavê Rojînê Nîzamettîn Kabaiş li taxa Bardakçiyê li jêrzemîn û axuran jî lêgerîn hat kirin lê tu şopek derbarê Rojînê de nehat dîtin.
 
Li gorî agahiyên ku Nîzmetîn dan, hat diyarkirin ku tenê xwe gîhandine lêgerîna telefonê ya Rojînê ya normal û derbarê lêgerîna bi Whatsappê de tu lêkolîn nehatiye kirin.