Hedefa HDK’ê ya sala 13’yemîn tifaq û rêxistinbûn e

  • 09:02 14 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
Rozerin Gultekîn
 
STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr got HDK tifaqek stratejîk e û got dikevin sala xwe y a13’yemîn û bi hedefa rêxistinbûn û mezinbûna tifaqa civakî dikevin sala 13’yemîn.
 
 Di esasa paradîmga Azadixwaz a jin ekolojîk û demokratîk de di 15’ê cotmeha 2011’an de bi 20 pêkhateyan û ji 81 bajarî bi 820 delegeyî li Eqnereyê kongre pêk hat û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hat avakirin. HDK’ê ku bajar bi bajar herêm bi herêm xebat meşand 12 sal li pey xwe hişt.
 
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr 12 salên derbas bûn û çawa 13 saliya xwe pêşwazî dikin nirxand.
 
‘Hevkariyek stratejîk a demdirêj’
 
Esengulê diyar kir ku HDK bi peyewira sîwaneya hevpar a ji bo xeta têkoşînê hatiye avakirin û got: “Sala 2011’an de HDK hat avakirin. Li Rojhilata Navîn wê demê serhildanên gel hebûn û bendewariyên nû hebûn. Li aliyê din jî li Tirkiyeyê şer hebû û hewce bi aştiyê hebû. Di vê atmosferê de hevdîtinên HDK’ê pêk hatin. Pêkhate di bin sîwaneya kongreyê de hatin gel hev. EV sazbûn berê hatibûn gel hev.  Hewcedarî bi têkoşînek hevpar hat dîtin. Hewce bi yekitiyê hat dîtin. Ev sazbûnbi brenameya stratekîk a paradîgma azadîxwaz ekolojîk û jinê hatin gel hev.”
 
‘Şûndeketin ne mijara gotinê ye’
 
Esengulê diyar kir ku di esasa stratejiya konfederalîzm û tifaqa demokratîk de, HDK’ê aliyen civakî yên cuda  anîne gel hev û ev 12 sal e têkoşînê dimeşîne. Ji wê rojê de ye têkoşîna hevpar tê meşandin û şûndeketinek ne mijara  Ji ber zextên dewletên tengezariyek cidî heye. Zexteke aboriyê heye. Tevî vê têkoşîn hat meşandin û em dikevin 13s aliya xwe. Me di mijara hincetên têkoşînê de gavên cidî avêtin. Her derê cîhanê şer e. Civak hewcedarî bi avakirina jiyanek nû dibîne bi rêxistibûna şertên di cih de dibîne. Hewce bi pêşengtiyê dibîne. Di vê nokteyê de peywir dikeve ser milê HDK’ê.”
 
‘Gel di çarçoveya neteweya demokratîk de tên gel hev’
 
Esengulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “HDK gelek meclîsên cuda dihewîne. Ji bo azadbûna civakan pêkhatine neteweya demokratîk girînge. Di bin bana kongreyê de aliyên cuda yên civakê yên tên gel hev di çarçoveya neteweye ya demokratîk de tên gel hev. Neteweya demokratîk modeleke alternatîfê pergala dewletê ye. Di sedsala 21’ê de netew dewlet xwe ji nûve hildiberînin. Xuyaye ev dem ne ji bo başiya gelane.  Li dijî vê divê tekoşînek xurt bê dayîn. Berjewendiya beşek mezin a civaka bindest dibe yek. Ji ber vê jî hûnandina jiyanê hêsane. Mînaka vê Rojava ye. Civakê cuda hatin gel hev û jiyan bi hev re ava kirin. Em mînakek girîng ji bo gelên cîhanê ye. Meclîsên me der barê pisgirêkên gel de xebatan dimeşînin. Di gelek qadan de meclîsên me hene. Armanc eve ku meclîs ji pirsgirêkan re çareseriyê bibîne.”
 
'Gelan berê xwe daye HDK’ê'
 
Esengulê wiha dawî lê anî: “Gelan berê xwe daye HDK’ê. Dema nû de emê ji bo têkoşîna hevpar nîqaşên xwe bimeşînin. Em bi hedefa rêxistibûnê dikevin sala 13’an. Hedefa mezinkirian tifaqa civakî ya di sala 13’an de heye. Yek ji hedefa me ya din jî têkoşîna ji bo aştiyê ye.”