ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2024'AN

  • 09:00 14 Cotmeh 2024
  • Rojev
 
*Berdevka Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay da zanîn ku Kurd li Rojhilata Navîn kirdeya polîtîkin û got: “Pozîsyona Kurdan xwedî hêza ku pêşeroja Rojhilata Navîn diyar bike ye. Yên bi Kurdan re li hev bikin wê kêm zirarê ji şer bibînin.”
 
*Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr got HDK tifaqek stratejîk e û got dikevin sala xwe y a13’emîn û bi hedefa rêxistinbûn û mezinbûna tifaqa civakî dikevin sala 13’emîn. DÎMEN HEYE
 
* Endama Komeleya Jinan a STAR Meryema Aslan der barê qetilkirinên jinan û jinên windadibin de nirxandin kir û got: “Nêzîkatiya dewletê di întîharên jinan de bi bandor e. Polîtîkayên bêcezahiştinê û yên şerê taybet girêdayê hev dimeşin. Êdî divê gumanbar ceza bigirin. Welatek berpirs e welatiyên xwe biparêze.” DÎMEN HEYE
 
*Nûnera ÎHD’a Bedlîsê parêzer Berfîn Ozan der barê rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Serhedê de axivî û wiha got: “Îzolasyon bênasnamebûnê hedef dike. Dewleta ku hawireke li gorî rumeta mirovahiyê ava nake, ji îşkenceyê heta sûcên qestê êrîşî jiyana mirovan dike.”