ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN

  • 09:00 8 Çile 2023
  • Rojev
 
* Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr der barê biryara DDB’ê ku hesabên xezîna wan bloqe kiriye de axivî û got: “Em ê li dijî vê biryara ku bi feraseta binpêker hatiye girtin, bi artêşa dildaran di pêvajoya hilbijartinê de xebatên xwe bidomînin.” DÎMEN HEYE
 
* Parêzera Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD’a Amedê Eylul Ozgultekîn diyar kir ku dosya Rozerîn Çukur a di qedexeyên li Sûrê de hat qetikirin birine Dadgeha Destura Bingehîn û li benda biryarê ne. BI DÎMEN 
 
* Meh çileye û Gelê Kurd di 2013’yan de bi agahiyek êş daketin qadan û ji bo Sakîne Leyla û Fîdanê dest bi lorînan kirin. Tevî 10 sal derbas bû ne têkoşîna sê jinên kurd hat jibîrkirin ne jî kesên ku komkujî pêk anîn hatin jibîrkirin. BI DÎMEN