ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN 2023-01-08 09:00:00     * Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr der barê biryara DDB’ê ku hesabên xezîna wan bloqe kiriye de axivî û got: “Em ê li dijî vê biryara ku bi feraseta binpêker hatiye girtin, bi artêşa dildaran di pêvajoya hilbijartinê de xebatên xwe bidomînin.” DÎMEN HEYE   * Parêzera Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD’a Amedê Eylul Ozgultekîn diyar kir ku dosya Rozerîn Çukur a di qedexeyên li Sûrê de hat qetikirin birine Dadgeha Destura Bingehîn û li benda biryarê ne. BI DÎMEN    * Meh çileye û Gelê Kurd di 2013’yan de bi agahiyek êş daketin qadan û ji bo Sakîne Leyla û Fîdanê dest bi lorînan kirin. Tevî 10 sal derbas bû ne têkoşîna sê jinên kurd hat jibîrkirin ne jî kesên ku komkujî pêk anîn hatin jibîrkirin. BI DÎMEN