Li Îzmîrê jinek trans hat qetilkirin
- 17:54 5 Çile 2023
- Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê mêrê bi navê M.F jina trans Ece E. bi kêrê qetil kir.
Li taxa Aslancak a Konak a Îzmîrê mêrê bi navê M.F jina trans Ece E. bi kêrê qetil kir. Gumanbar ku ji cihê bûyerê reviya, hat girtin û birin Amîriya Buroya Cînayeta Şaxa Asayîşê.
Cenaza Ece E. ji bo otopisyê rakirin morgan Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.
Hat diyarkirin ku lêpirsîna der barê bûyerê de didome.