Li Îzmîrê jinek trans hat qetilkirin 2023-01-05 17:54:45     ÎZMÎR - Li Îzmîrê mêrê bi navê M.F  jina trans Ece E. bi kêrê qetil kir.   Li taxa Aslancak a Konak a Îzmîrê mêrê bi navê M.F jina trans Ece E. bi kêrê qetil kir. Gumanbar ku ji cihê  bûyerê reviya, hat girtin û birin Amîriya Buroya Cînayeta Şaxa Asayîşê.   Cenaza Ece E. ji bo otopisyê rakirin morgan Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.    Hat diyarkirin ku lêpirsîna der barê bûyerê de didome.