Serhildana li Rojhilat û Îranê didome

  • 11:44 5 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî zext û çewisandinê jî nerazîbûnên gelan bi awayên cûda berdewam dike.
 
Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya dijî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî bê navber dewam dike. Li gelek bajarên Rojhilat çalakiyên dewam kir.
 
Li bajarê Merîwanê duh hejmarek çalakvanên jin kom bûn û li dijî desthilatê dirûşme avêtin û piştgirî dan xwepêşanderan.
 
Herwiha li bajarê Ciwanro ku nêzî hefteyekê, di bin serweriya leşkerî de ye, serdegirtina malan û girtina çalakvanan berdewam dike. Navê hinek kesên hatine girtin hatine parvekirin. Herwiha li kolanan gelek hêzên leşkerî hatine bicih kirin.
 
Herwiha li bajarê Semîrom ê Esfehanê ku rojên borî xwepêşandan lê pêk hat, hêzên leşkerî lê hatine bicih kirin û pêla girtina çalakvanan berdewame.
 
Li Girtîgeha Keçûyî ya bajarê Kerecê 15 jinên çalakvan ku di dema xwepêşandanan de hatibûn girtin, li dijî berdewambûna girtin û nêzîkbûna hêzên dewletê dest bi grevê kirine.
 
Li gorî Komîsyona Şopandina Rewşa Kesên Hatine Girtin, li destpêka raperîna “Jin, Jiyan, Azadî” ve û heta niha 16 çalakvan di dema girtinê de û di encama êşkence û nedermankirina birîna wan de jiyana xwe ji dest dane.