Serhildana li Rojhilat û Îranê didome 2023-01-05 11:44:13     NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî zext û çewisandinê jî nerazîbûnên gelan bi awayên cûda berdewam dike.   Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya dijî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî bê navber dewam dike. Li gelek bajarên Rojhilat çalakiyên dewam kir.   Li bajarê Merîwanê duh hejmarek çalakvanên jin kom bûn û li dijî desthilatê dirûşme avêtin û piştgirî dan xwepêşanderan.   Herwiha li bajarê Ciwanro ku nêzî hefteyekê, di bin serweriya leşkerî de ye, serdegirtina malan û girtina çalakvanan berdewam dike. Navê hinek kesên hatine girtin hatine parvekirin. Herwiha li kolanan gelek hêzên leşkerî hatine bicih kirin.   Herwiha li bajarê Semîrom ê Esfehanê ku rojên borî xwepêşandan lê pêk hat, hêzên leşkerî lê hatine bicih kirin û pêla girtina çalakvanan berdewame.   Li Girtîgeha Keçûyî ya bajarê Kerecê 15 jinên çalakvan ku di dema xwepêşandanan de hatibûn girtin, li dijî berdewambûna girtin û nêzîkbûna hêzên dewletê dest bi grevê kirine.   Li gorî Komîsyona Şopandina Rewşa Kesên Hatine Girtin, li destpêka raperîna “Jin, Jiyan, Azadî” ve û heta niha 16 çalakvan di dema girtinê de û di encama êşkence û nedermankirina birîna wan de jiyana xwe ji dest dane.