Ji HABER-SEN’ê bo Nobeta Edeletê piştgirî

  • 18:45 4 Çile 2023
  • Rojane
RIHA - HABER-SEN ji bo piştgiriya malbata Şenyaşar ku di 667’emîn roja Nobeta Edeletê de ne serdan pêk anîn.
 
Sendîka Kedkarên Posta û Ragîhandina Weşana Çapemeniyê (HABER-SEN)  ji bo piştgiriya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di roja 667’emîn Nobeta Edeletê ya li ber Edliya Rihayê de ne serdan pêk anîn. 
 
Serokê Giştî ya HABER-SEN’ê Mesut Balcan der barê serdanê de axivî û got: “Emê bibin dengê wan. Ji ber têkoşîna li vir tê dayîn ne tenê xweserê Rihayê ye. Ev tabloya rast a Tirkiyeyê ye.”
 
Malbatê jî da zanîn ku heta daxwazên wan neyên cih wê nobeta wan bidome.