Ji HABER-SEN’ê bo Nobeta Edeletê piştgirî 2023-01-04 18:45:04   RIHA - HABER-SEN ji bo piştgiriya malbata Şenyaşar ku di 667’emîn roja Nobeta Edeletê de ne serdan pêk anîn.   Sendîka Kedkarên Posta û Ragîhandina Weşana Çapemeniyê (HABER-SEN)  ji bo piştgiriya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di roja 667’emîn Nobeta Edeletê ya li ber Edliya Rihayê de ne serdan pêk anîn.    Serokê Giştî ya HABER-SEN’ê Mesut Balcan der barê serdanê de axivî û got: “Emê bibin dengê wan. Ji ber têkoşîna li vir tê dayîn ne tenê xweserê Rihayê ye. Ev tabloya rast a Tirkiyeyê ye.”   Malbatê jî da zanîn ku heta daxwazên wan neyên cih wê nobeta wan bidome.