Îfadeya zaroka tecawiz lê hat kirin bêyî pedagog hatiye girtin

  • 09:46 2 Çile 2023
  • Rojane
 
SÊRT - Li Perwariyê zaroka 13 salî ku 2 sal bi tecawiza sîstematîk rûbirû ma îfadeya wê bêyî pedagog hatiye girtin. Malbata zarokê banga piştgiriyê kirin û destnîşan kirin ku bersûc şirikê hevdu ne û hê jî li derve ne.
 
Li gundê girêdayî navçeya Perwarî ya Sêrtê, zarokek nêzî 2 sal in bi destdirêjahiya H. Tapar (65) û H. Şarmet (35) re rûbirû maye. Berîya du mehan bûyer derket holê û malbata zarokê gilî li qerekolê kir. Bi vî awayî di 8’ê mijdarê de derheqê wan 2 kesan de doz hatin vekirin. Lêpirsîna ku hatibû destpêkirin piştî mehekê bi biryara neşopandinê ya ji aliyê dozgeriyê ve hatibû girtin.
 
Îtîraza ji bo biryara neşopandina dosyayê hat qebûlkirin
 
Serokwekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş di 19’ê Kanûnê de bûyer biribû rojeva Meclîsê û pêşnîyayazname dabû. Her wiha parêzerên malbatê jî ji bo biryara neşopandinê îtîraz kiribûn. Piştî pêşniyaznameyê malbata zarokê ji bo  wergirtina îfadeyê ya ji aliyê qereqola Perwariyê ve bang lê hat kirin. Dûre 3 roj piştre Dozgeriya Sêrtê îtîraza li ser biryara neşopandinê qebûl kir.
 
Zarok xistin bin parastinê
 
Di 22’yê Kanûnê de zarok rakiribûn nexweşxaneyê û ji bo dozgeriyê rapora travmayê hatibû xwestin. Piştî wê hat zanîn ku zarokê di bin parastinê de dihewînin.
 
Tê îdîakirin ku bi pere ser tecawizê tê girtin
 
Her wiha li gorî îdîayan tê diyarkirin ku H.Tapar, pere daya H. Şener ku H.,Şener di îfadeyên xwe de navê H., Tapar derbas neke.
 
‘Herdu bersûc şirîkê hevdu ne’
 
Malbata zarokê têkîldarî mijarê axivî. Bavê zarokê daxuyand ku herdu bersûc şirîkê hevdû ne û wiha axivî: "H., Tapar 2 sal in dihat mala me û li mala me dima. Vê havînê gotibû ez ê li vir ji xwe re bax û baxçeyekî çêkim. Me jî alikariya wî dikir. Ez carinan ne li gund bûm, zarokên min jê re xwarin dibir û alîkarî jê re dikirin. Baxçeyê H., Şener jî li kêleka baxçeyê wî dimîne. Gava H., Tapar dest dirêjî keça min dike H., Şemer jî dibîne. Ev destdirêjî û îstîsmarê ji malbata H., Tapar re gotin lê tu kesî bawer nekiriye. Piştre H., Şener jî bi gefxwarinên mirinê dest dirêjî keça min dike û bi îstîsmarê re rûbirû dihêle. Herdu jî şirîkê hevdu ne.”
 
‘Îfadeya yekemîn bêyî pedagog hat sitendin’
 
Bavê zarokê, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku li ser zarokê travmayek mezin derbas bûye û demek dirêj nekarîye xwe îfade bike û got: “Piştre ku me bûyer bihîst xwişka min li Mêrsînê min jî li Perwariyê serlêdana sûc kir. Em çûn qereqolê û îfade da. Keça min jî bêyî pedagog îfadeya wê hat girtin. Ji tirsê tenê navê wan dikaribû bêje. Dûre îfadeya herduyan girtin û lêpirsin dan destpêkirin lê piştî mehekê derbarê dosyayê de biryara neşopandinê dan. Em jî li ser vê bi parezêra xwe re axivî. Em dîsa çûn qereqolê û îfade da. Keça min ji tirsan nedikarî îfadeya xwe bide.  Vê gavê em çûn sêrtê û li vir îfadeya wê bi pedagog hate girtin. Em dixwazin herdu jî werin girtin. Heta dawiyê jî em ê mafê keça xwe biparêzin. Heta ku ew kesan neyên girtin em ê li pey doza xwe bin.”