ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2023'YAN

  • 09:00 2 Çile 2023
  • Rojev
 
*Diya Pakîze Nayir a li hember êrişên dagirkeriya Kurdistanê helwesta xwe bi berxwedanê nîşan daye di salvegera komkujiya wê de wiha got: "Wê her tim destana Derwêş û Edûlê dubare dixwend. Ji wan feyz digirt. Ew tim li hember dagirkeriyê, neheqiyê û tunehesibandinê bû. Wê têkoşîna jinê û nasnameya xwe ya kurdîtiyê kir û bû Pakîzeya Kurdan. Wê ji welatê xwe hez dikir û gihşt armanca xwe." DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Aştiyê ku ji bo rakirina tecîdê çalakî pêk anîbûn û çalakiya wan hatibû astengkirin, diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan neyê rakirin wê têkoşîna xwe bidomînin û li qadan bin. DÎMEN HEYE
 
*Seroka Giştî ya SEP’ê Guneş Gumuş da zanîn ku AKP-MHP’ê butça şer du kat zêde kirine û mûçeyê herî kêm jî ji bo hilbijartinê hatiye zêdekirin û başkirin. Lê piştre wê ev bi rêya bacan li pişta gel bê barkirin. DÎMEN HEYE
 
*Endama Jin bi hev re xurt in Nevruz Tugçe Ozçelîk da zanîn ku jinan di 2022’yan de kolan terk nekirine û 2023 jî bi çalakiyan pêşwazî kirine û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku di 8’ê Çileyê de ligel me li kolanan bin.” DÎMEN HEYE
 
*Li Perwariyê zaroka 13 salî ku 2 sal bi tecawiza sîstematîk rûbirû ma îfadeya wê bêyî pedagog hatiye girtin. Malbata zarokê banga piştgiriyê kirin û destnîşan kirin ku bersûc şirikê hevdu ne û hê jî li derve ne.