Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome

  • 16:37 1 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penabaran a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan berdewam dike.
 
Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê  PKK'ê Abdulah Ocalan di 11’ê Kanûna 2022’an de dest pê kirbû didome.
 
Çalakiya îro bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê koma nû çalakiya nobetê dewirgirt û li ser navê koma nû Heqî Ayaz axivî.
 
Di axaftinê de  hemû çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan li Kurdistan û derveyî Kurdistanê tên li derxistin hatin silavkirin û wiha hat gotin: “Em tecrîda girankirî şermezar dikin û bang li CTP dikin ku demildest agahiyek ji Rêbertiya me ji bo me ragihîn. Em xwedî dozin û heta dawiyê emê li pey doza xwe bin. Wek gel me çalakiyek daye destpêkir, ev mafek rawa yê me ye û heta em agahiyekê ji Rêbertiya xwe bigirin emê çalakiya xwe berdewam bikin.”
 
Her wiha di berdewama çalakiyê de çalakvanan li perspektîfên Rêber Apo yên di derbarê têkoşînê de guhdar kirin.