Li girtiya 60 salî lêgerîna tazî

  • 09:04 1 Çile 2023
  • Rojane
 
XERPÊT - Girtiya bi navê Kiymet Yeşîlgoz ya 60 salî ku di îlona 2022’yan de tahliye bû, bi hinceta derneketiye lijneyê carek din hat girtin û di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê ferz kirin. Kiymetê der barê tiştên jiyaye de serî li Baroya Amed û OHD’ê da.
 
Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê, çû serdana Girtîgeha Tîpa T ya Xerpêtê. Di serdana parêzeran de hat hînbûn ku li girtiya bi navê Kiymet Yeşîlgoz ya 60 salî îşkence hatiye kirin û ji ber vê psîkolojiya Kiymetê xera bûye.
 
Ji bo bikeve koxuşa bêaliyan zor lê hat kirin
 
Kiymet di 23’yê îlona 2022’yan de ji girtîgeha Tarsusê tahliye dibe lê piştre bi hinceta derneketiye liljneyê dîsa hat girtin. Hat gotin ku wê Kiymet 6 mehên din girtî bimîne û dema nû dikeve girtîgehê lêgerîna tazî lê dikin, dixwazin bikeve koxuşa serbixwe yan. Ji ber vê qebûl nake tehdîdên wê 6 mehên din girtî bimîne tê kirin.
 
Kiymetê der barê pirsgirêkên jiyaye de daxwazname da Baroya Amedê û OHD’ê. Kiymetê di daxwaznameyê de wiha got: “Ez di 23’yê îlona 2022’yan de ji girtîgehê tahliye bûm. Di 1’ê kanûna 2022’yan de li ser Pira Mezgîrt a Dêrsîmê di kontrola nasnameyê de ji wesayîtê hatim derxistin û binçavkirin. Şevekê di nezaretxanê de mam. 2’yê kanûnê de şandim girtîgeha jinan a Tîpa T ya Xerpêtê. Lêgerîna tazî li min ferz kirin. Her tiştê min derxistin û gotin sê  caran rabe û rune. Ez der barê wan de gilî dikim. Ev pêkanîna dijmirovahiyê nikare bê qebûlkirin.”
 
‘Ev mehek e ez kabûs dibînim’
 
Kiymetê di hevdîtina bi parêzeran re wiha got: “Ew dibêjin îffet. Lê wan heta bincilkê dayikek 60 salî derxistin û gotin sê caran rabe rune. Ev bê îfeti ye. Ev meheke ez kabus dibînim. Ev bêrûmetî li tu mirovî nikare bê kirin.”
 
Destdanîn ser nameyê
 
Parêzeran li ser pêkanînên li hember Kiymetê nameyeke der barê rewşê de ji parlamentera HDP’ê ya Mersînê Fatma Kurtulan re şandin lê name hat desteserkirin.
 
Baro û OHD’ê diyar kirin ku wê serlêdana sûc bikin û şopdarê mijarê bin.