Endama Women Defend Rojava: Divê em têkoşînê xurt bikin

  • 09:02 1 Çile 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Ji Women Defen Rojava Stera komkujiya li Parîsê pêk hatiye nirxand û da zanîn ku êrîş ne êrîşek nîjadperest e û Tirkiyeyê li hember Kurdistan û nûnerên Tevgera Azadiya Jinên Kurd a li dîasporayê kampanya cînayeta siyasî daye destpêkirin. Stera wiha vegot: “Divê em êş û hêrsa xwe wek hestekî nehêlin, divê em xwe bi rêxistin bikin û bi hev re têkoşînê xurt bikin.”
 
Di 23’yê Kanûnê de li hember Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya suîkast pêk hat û endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî) Hunermendê Kurd Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Piştî vê protestoyên hatin destpêkirin didomin.
 
Li her derê derbarê komkujiyê de çalakiyên şermezarkirin û bertekên li dijî Fransayê jî dewam kir. Li herêma ku her tim di bin kontrola dewletê de bû, pêkhatina êrîşeke wisa mezin îhmalkariya hikûmeta Fransa derdixe holê. Rayedaran , piştî komkujiyê kesê ku hatibû binçavirin, bi hinceta nexweş e rakirin nexweşxaneyê.
 
Di 9’ê Çileyê 2013’an de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezar jî hatibûn qetilkirin û kujerên rast dernexistibûn holê û bi nêzîkbûna salvegera komkujiyê, komkujiyek din pêk hat.
 
Stera ya sê sal in di kampanya Women Defend Rojava (Jin Rojava diparêzin) de cih digire û niha bi tevgera jinan re li Rojava di qada ragîhandinê de dixebite, êrîşên siyasî yên li hember gelê Kurd û jinên Kurd nirxand.
 
*Salvegera qetilkirina sê siyasetmedarên Kurd ku di 9’ê Çileyê de hatin qetilkirin, nêz e û komkujiyek din hat jiyîn. Hûn der barê vê êrîşê de çi difikirin?
 
Êrîşên terorê yên li hember saziyên Kurd ên li Parîsê bi rastî mirovan dihejîne. Ev êş û krîzek mezin e. Lê em ê wek tevgera jinên Kurd û hemû gelê Kurd hêrsa xwe veguherînin berxwedanê. Ev êş û hêrs veguheriye berxwedanê û di rojên dawî de di protestoyên Parîsê de tê dîtin. 10 sal berê jî  êrîş pêk hat û sê siyasetmedarên Kurd hatin qetilkirin. Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylmez ji aliyê îstîxbarata tirk ve hat qetilkirin. Komkujî li hember tevgera zadiya jinên Kurd bû. 10 sal şûnde li heman bajarî heman komkujî pêk hat. Ev ne tesaduf e. Em vê wek cînayeta jinên siyasî dibînin. Dewleta tirk, tevgera azadiya jinên Kurd bi awayekî sîstematîk hedef digire û kampanyaya cînayeta jinan a siyasî daye destpêkirin.
 
*Şahidan diyar kirin ku ew herêm di bin kontrola polîsan de bûye û dikaribû pêşî li vê êrîşê bihata girtin. Li vê herêma di bin kontrola polîsan de ye çawa ev êrîş pêk tê gelo?
 
Çapemeniya navneteweyî, polîsên Fransa yan jî siyasetmedar her çiqas vê wek êrîşek nîjadperest nîşan bidin jî ev ne êrîşek nîjadperest e. Dişibe êrîşa 10 sal berê. Mînak Sakîne Cansiz 24 saetan ji aliyê polîsên Fransayê ve dihat kontrolkirin. Li cihê ku êrîşa dawî pêk hat kontrola polîs heye. Civaka Kurd li Fransayê di bin zextên giran ên dewletê de ye. Polîs her tim civaka Kurd dişopîne. Ji her tiştê wan agadar in. Lê gelo diparêzin? Divê em ji rayedar û polîsên Fransayê bipirsin gelo êrîşek wisa pêkan e. Çima pêşî li vê êrîşê negirtine, çima ji nedîtîve hatin. Gelek pirsên nehatine bersivandin hene. Paşerojeke çawa ya kujer heye. Gelo tenê nîjadperestekî ku hişê xwe winda kiriye? Di kîjan aliyan de rêxistikirî ye, bi MÎT’ê re hevdîtinek wî çêbûye yan na. Beriya komkujiyê çima tê berdan, çawa bû ku çekê digire û komkujiyek wisa dike? Çima evqas rehet tev digere. Tiştê em dizanin berê jî êrîşî du cihên din ên girêdayê Kurdan kiriye. Kujer tê girtin û rojek din radikin klînîka psîkiyatrî. Roja din dîsa hat binçavkirin. Ev leza dewleta Fransayê çiye, gelo tiştekî vedişêrin? Em vê ji wan dipirsin.
 
*Îdiayên wek gumanbar dema girtî bûye bi îstîxbarata Tirk re hevdîtin kiriye hene. Lê dewleta Fransa ev ronî nekir û Kurd hedef girtin.  Em bêjin ku ev êrîşek nîjadperest e, zemîna wê çawa hat amadekirin?
 
Wezîrê ragihandinê Fahrettîn Altun sê roj beriya komkujiya Parîsê axaftinek der barê têkiliyên Tirk-Fransayê de kiribû. Ev îfade bi kar anîbû ‘Mixabin PKK’iyan li Fransayê xwe nîşan dane. Tirkiye dipê ku Fransa dawî li faliyetên wan bîne. Tirkiye piştgiriya ji Fransayê dipÊ nabîne. Ji ber vê jî em ê têkoşîn û derfertên xwe yênli hember terorê bidomînin.’ Hemû kesên kut erza şantaj û tehdîdê ya AKP’ê dizanin, dikare beşek vê axaftinê wek tehdîd bibîne. Suleyman Soylu rojek piştî komkujiyê di daxuyaniya da de nîşan dide ku li pişt êrîşê hikûmeta Tirk heye. Dibêje ‘Erdogan ne tenê terorîstên Tirkiyeyê wê yên hemû cîhanê ji holê rake’. Peyamên beriya komkujiyê û piştî komkujiyê gelek zelal in. Bi vê êrîşa hatiye kirin gelê Kurd hedef hatiye girtin.
 
*Helwesta Fransayê zemîna komkujiyê ya li hember Kurdan amade kiriye gelo?
 
Belê. Divê em vê lêpirsîn bikin hesab bipirsin. Fransayê der barê komkujiya 9’ê Çileyê de tu tiştek ronî nekir. Ji ber ew komkujî nehat ronîkirin ya nû pêk hat. Ji ber vê jî divê komkujiya 9’ê Çileyê ya 2013’an bê ronîkirin. Gelê Kurd êdî ji rayedarên Fransayê bawer nake. 
 
*Êrîşên li hember Kurdan li Rojava jî didomin. Hûn helwesta hêzên navneteweyî ya ligel şer cih digirin çawa dinirxînin?
 
Tirkiyeyê li hember Kurdistan û nûnerên Tevgera Azadiya Jinên Kurd a li dîasporayê kampanya cînayeta siyasî daye destpêkirin. Divê em êş û hêrsa xwe wek hestekê nehêlin, divê em xwe bi rêxistin bikin û bi hev re têkoşînê xurt bikin. Em li Rojava van êrîşan baş dibînin. Ev du sal in êrîşên bi droneyan zêde bûne. Tirkiye wek endamê NATO’yê bi çekên NATO’yê bi erêkirina NATO’yê van êrîşan pêk tîne. Wekî ku têkiliya NATO’yê, agahiya wê tune nîşan didin lê Tirkiye ji xeta NATO’yê derneketiye. NATO û Rûsyayê rê da ber Tirkiyeyê. Wekî din Tirkiyeyê nikaribû ev bikira.
 
*Şerê hêzên emperyalîst bandorek çawa li ser gelê Kurd dike?
 
Ev êrîş ne nû ne. îro li Rojava em dibînin ku hêzên navneteweyî û dagirker çawa têkoşîna desthilatdariyê didin. Li ser axa Kurd şer dikin. Tirkiye dixwaze plana neo-osmanî empoze bike. Vê jî bi polîtîka dijminahiya li hember kurdan dike. Tirkiye hewl dide êrîşên li Rojava û Başûr li ser zemînek rewa bide rûniştandin. Ji bo bigihêje hedefê xwe li hember Kurdan qirkirinê pêk tîne. Divê qedexeya PKK’ê bê rakirin û PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.
 
*Peyama we ji bo civaka Kurd û hêzên navneteweyî çiye?
 
Civaka Kurd û hemû hêzên pêşketî yên cîhanê, divê her tim bi demokrasî, azadî, hêza şoreşê ya jinan, ciwanan û civakê bawer bin. Em ji tu netew dewletekê piştgiriyê napên. Hêzên navneteweyî ji bo me bêdeng bikin, dixwazin serê bûyeran bigirin. Divê em têkoşîna xwe dengê xwe bilind bikin û rastiyan biparêzin. Heta ku mirov azadiyên xwe qedera xwe tayîn nekin wê komkujî bidomin. Divê em hêrs û êşa xwe ji hestê re tenê nehêlin û têkoşîna xwe xurt bikin.