Li Silêmanî 16 êrişkar hatin binçavkirin

  • 14:14 31 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê ber êrişa bi komî ya li hemberî jina ciwan, 16 kes hatin binçavkirin û êrişkar sûcên xwe itiraf kirine.
 
Li taxa Hiwane ya Silêmaniyê, bi dehan zilam duh êrişî jinek ciwan kirin û pehîn lê dan. Ev bûyer bû sedema berteka gelek kesan.
 
Têkilkarî êrişî Berdevkê Polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed daxuyanî da û ragihand ku li ser bûyerê 16 kes hatine binçavkirin û hemûyan sûcê xwe itiraf kirine. Serkewt Ehmed kesên hatine binçavkirin hemû xelkê Silêmaniyê ne û hinek kesên dîmenê bûyerê li ser torên civakî belev kirine binçavkirine û hinek çekên sade yên di nava berîka wan de hatine desteserkirin.
 
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil jî diyar kir ku êrişa li ser jina ciwan a li Silêmaniyê cihê şermezariyê ye û divê di zûtirîn dem de li hemberî kiryarên van sûcan tedbîrên hiqûqî bên girtin û got. "Ev bûyer qet nayê qebûl kirin. Wê hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî her curê şîdetê û binpêkirina bi giştî yên mafên mirovan û mafên jinan raweste. Divê di zûtirîn dem de li hemberî kiryarên van sûcan tedbîrên hiqûqî bên girtin."