Ji bo welatparêzên li Parîsê hatin qetilkirin, dê merasîm bê lidarxistin

  • 12:04 31 Kanûn 2022
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E û KCDK-E'yê diyar kirin ku wê ji bo welatparêzên li Parîsê hatin qetilkirin, dê li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsê merasîm bê lidarxistin.
 
Ji bo Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), endamê Yekitiya Hunermendên Kurd Tev Çandê Mîr Perwer û welatparêzê kurd Abdûrrahman Kizil ên 23’yê kanûnê di êrişa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de jiyana xwe ji dest dan, wê 3’yê çileya 2023’yan saet di 12.00’an de bibîranîn û merasîma oxirkirinê bê lidarxistin. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî yên Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek hevpar dan û bang li gelê kurd û dostên wan kirin ku bi awayekî xurt tev li merasîma bibîranîn û birêkirina cenazeyan bibin. Wê merasîma bibîranîn û şandina cenazeyan li Bîs Avenûe des Entrepreneûrs, 95400 Vîllîers-le-Belle, France, li salona Palace de Vîllers bê lidarxistin.
 
Piştî merasîmê wê cenazeyê Emîne Kara ber bi Mexmûrê ve, cenazeyê Abdurahman Kizil ber bi Qersê ve û cenazeyê Mîr Perwer jî ber bi Mûşê ve bê şandin. Cenaze wê li van her sê deveran bi girseyî bên veşartin.