Raperîna li Rojhilat berdewam dike

  • 10:24 31 Kanûn 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Darvekirin, girtin, êşkence û binçavkirina desthilata Îranê nekarî çok li xwepêşanderan dane, serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike.
 
Serhildana "Jin, jiyan azadî" ya li rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike. Duh li bajarê Zahîdan piştî nimêja Înê bi sedan kes daketin kolanan û xwepêşandan lidarxistin. Xwepêşanderan tevî dirûşmeyên dijî desthilatê, nerazîbûna xwe hemberî cezayê darvekirinan jî nîşandan û piştgirî dan girtiyên siyasî.
 
Li Rojhilatê Kurdistan bajarê Pîranşarê merasîma çileya Karwan Qadir Şukrî hate lidarxistin. Di merasîmê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku şehîdên serhildanan nîşan didin ku ew hêjayî jiyanek baştirin, jiyanek wekhev in. Herî dawî girseya gel bê navber dirûşmeya "Jin jiyan azadî" qêriyan.
 
Li bjarê Xuremawa ya Loristanê jî merasîma çileya Hisên Zerîncuyî bi pêşengiya jinan hate lidarxistin.
 
Duh li bajarê Êze ya Xuzistanê merasîma çileya Mîlad Seîdyan bi tevlîbûna sedan kes pêkhat. Li heman bajar cenazeyê Mehmud Ehmedî ku di êrişa hêzên Îranê de hatibû qetilkirin, spartin axê.
 
Tê payîn îro li bajarê Ciwanro merasîma çileya 7 xwepêşanderên ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn kuştin, were lidarxistin. Ji bo Îran rê li merasîmê bigre, duh hêz şand Kirmaşanê.