Îmzeyên li dijî darvekirinên li Îranê nehatin qebûlkirin

  • 16:16 30 Kanûn 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Komîsyona Amadekar a Konferansa Jiyanê ya li dijî Şer, bi banga rawestandina ceza, qedexe û îdamên li Îranê, deklarasyonek weşand. Deklarasyon ji aliyê 575 kesan ve hate îmzekirin, lê belê Konsolosxaneya Îranê ya li Stenbolê deklarasyon qebûl nekir.
 
Komîsyona Amadekar a Konferansa Jiyanê ya li dijî Şer bi banga rawestandina ceza, qedexe û îdamên li Îranê, deklarasyonek weşand. Deklarasyon ji aliyê 575 kesan ve hate îmzekirin, lê belê Konsolosxaneya Îranê ya li Stenbolê deklarasyon qebûl nekir.
 
Beriya daxuyaniyê polîsan qadê dorpêç kirin û destûr nedan ku Komîsyona Amadekar a Konferansa Jiyana Li Dijî Şer li ber konsolosê daxuyanî bide.
 
Komîsyona li gel hemû astengiyan daxuyanî da û xwest ku darvekirinên li Îranê demildest bên rawestandin. Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum jî tevlî daxuyaniyê bû. Daxuyanî ji aliyê nivîskar Ayşegul Devecîoglû ve hat xwendin.
 
Ayşegul, destnîşan kir ku tundiya hêzên rejîmê li hemberî xwepêşandanên ku piştî qetîlkirina Jîna Amînî bi pêşengiya jinan ve hat dest pê kirin, nayê qebûlkirin û wiha got: “Em cezayên mirinê ên ku ji aliyê meqamên dadweriya Îranê ve hatine dayîn û darvekirina du welatiyên Îranê wek sûcên li dijî mirovahiyê dibînin. Protestoyên demokratîk ne sûc e û nayê cezakirin. Divê ceza û qedexe bên rakirin û cezayên darvekirinê demildest bên rawestandin.
 
Nivîskar Ayşegul Devecîoglû û Endamê EMEP GYK Levent Tûzel piştî daxuyaniyê xwestin 575 îmzeyên ku hatin komkirin radestî rayedarên Îranê bikin, lê wan negirtin cihê konsolosxaneyê. Levend nerazîbûn nîşanî vê yekê da û diyar kir ku rayedaran hevdîtina bi wan re qebûl nekirine û ji ber vê yekê neçar mane ku daxwaznameyê li bin deriyê bihêlin.