Cenazeyên 3 welatiyên li Parîsê bi hinceta sersalê nayê dayîn

  • 16:02 30 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê welatiyên kurd Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di 23’yê kanûnê de li Parîsê hatin qetilkirin bi hinceta sersalê wergirtina cenazeyê wan tê astengkirin. 
 
Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’yê kanûnê de êrişeke çekdarî pêk hat. Di encama vê êrişê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), endamê Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 welatiyên din jî birîndar bûbûn. 
 
Hat zanîn ku kesên birîndar li nexweşxaneyên cuda yên Parîsê ku tedawiya wan tê kirin, didome. Li gor agahiyan ji birîndaran kesek piştî tedawiyê duh ji nexweşxaneyê hat derxistin û du birîndarên dinê jî rewşa wan baştir e.  
 
Di encama êrişê de sê welatiyên ku jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên wan li Saziya Tipa Edlî ya Parîsê tên rawestandin. Malbatên hersê welatiyan di 27’ê kanûnê de cezayan teşhis kir. Hat zanîn ku cenazeyên welatiyên kurd bi hinceta sersalê wergirtina cenazeyan hatiye astenkirin. Ji ber astengiya rayedarê welat tu agahî nehat girtin ku cenaze kengî radestî malbatan bên kirin.