Nivîskar Ava Homa: Min ji cîhanê re wêneyê ku em ne qurban in xêz kir

  • 09:05 30 Kanûn 2022
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Nivîskara kurd Ava Homa wiha got: “Divê cîhan bibîne ku kurd di mijara azadiyê de xwe çiqas pêşxistine û em ne tenê qurban in. Hêzek me ya mezin heye. Em ji jinên Bakur û Rojava fêr dibin ji bere ew sembola  "Berxwedan jiyane" ne û dijîn.”
 
Jîna Mahsa Amînî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetiklirin, protestoyên destpêkirin 4 meh in didomin. Em her wiha dibin şahidê tundiya ku rejîm li gel pêk tîne. Nivîskara kurd û rojnameger a îranî Ava Homa têkoşîna jinên kurd ya di dîrokê de li dijî tundiyê hatiye dayîn bi cîhanê dide bihistin. Pirtûka wê ya Daughters of Smoke and Fire ku xelat girtiye, hêza têkoşîna jinên kurd ya li Îranê derbas dibe dike mijar. Ava der barê jinên kurd de nivîse. Ava berxwedana Îranê, pirtûkên xwe û peyama ji bo cîhanê da nirxand.
 
Java da zanîn ku piştî qetilkirina Jînayê baweriyên cuda yên li Îranê li dijî rejîmê bûneyek û got: “Piştî Jîna bajarên Rojava û Bakur jî gotin ‘Jin jiyan azadî’. Piştre li hemû civakan belav bû. Em niha dibînin ku felsefa ‘Jin jiyan azadî’ bûye dilê berxwedana li dijî hikûmeta Îranê.”
 
Têkoşîna jinên kurd
 
Ava bi lêv kir ku li Îranê hemû jin di plana dawî de ne û nayê qebûlkirin û got: “Jinên kurd û jinên kêmarên din zêdetir newekheviyê dibînin. Jinên kurd li Îranê hemû pirsgirêkên jinan dijîn. Hikûmeta Îranê dijminê jinê ye. Qanûn tu maf nadin jinan, mafê gerê, mafê kar, mafê welayeta zarokan, mîratê nadin jinan. Ev jî dijminahiya li hember jinê nîşan dide. Ji ber vê jî ev newekheviya zayendî ya ku bi destê dewletê tê kirinê ye. Jinên kurd vê dikşînin ji xwe. Lê têkoşîneke din a jinên kurd heye. Ew di heman demê de kurd in.”
 
‘Jinên Îranê li dijî newekheviyê tê dikoşin’
 
Ava, diyar kir ku li Îranê femînîstên xurt hene û ji 1910’an heta niha ji bo wekheviya zayendî têdikoşin û di berdewamiyê de wiha vegot: “Her tim li qadên têkoşînê bûn. Lê demek dirêje ji rewşa nebaşa jinên ji bawerî û nasnameyên cuda ne agahdar bûn. Ger femînîstên Îranê bibin yek û heman fikrî biparêzin wê demê wê berxwedana jinên kurd û fars bibe yek. Ez dikarim bêjim ku 5 salên dawiye femînîstên Îranê her diçin zêdetir tên gel hev. Lê dîsa jî rewşa jinên kurd baş nizanin. Du sedemên vê hene. Ya yekem ev e ku nikari propaganda dewletê bikin; Platformên ku kurd biaxivin nayên dayîn. Nûnerên baş tune ne û nikarin diyalogê bikin. Femînîstên Îranê bixwazin kurdan fêm bikin jî nikarin xwe bigihînin cîhana kurd. Ev pirsgirêkek girîng e. Îranî dibêjin qey kurdan nas dikin. Lê nizanin ku me nas nakin. Derbarê kurdan de tiştên klîşe dizanin.”
 
Hêvî heye
 
Ava destnîşan kir ku tevî zextên rejîmê di dawiyê de hêvî heye û wiha pê de çû: “Niyeta jinan tune ku şûnde gavê bavêjin. Dizanin ku tu tiştekî baş yê jiyana têde ne tune. Jin dizanin ku ger dest ji têkoşînê berdin wê jiyanek wan ya baş tunebe. Berxwe didin ji ber dizanin ku hêvî heye. Wê dest ji têkoşînê bernedin. Naxwazin tiştên ku heta niha jiyane dîsa bijîn.”
 
Têkoşîna nasnamê bandor li pirtûkên wê kir
 
Ava, daxuyand ku rihê berxwedan û tiştên jinên kurd jiyane di pirtûkên xwe de vegot û ev tişt bi lêv kir: “Min çîrokên jinên kurd nivîsin. Mijara romanên min Îran be jî ez derbarê kurdên li Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê de dinivîsim. Berxwedana li Rojava û Tirkiyeyê bo min dibe îlham. Ji ber vê min hemû parçe girtin dest. Min pirtûka xwe ya duyem Daughters of Smoke and Fire (Keçên agir û dumanê) li Kanadayê nivîsî. Ez 24 salî ji Îranê derketim.  Di 2010’an de dema mamosteyê kurd Ferzad Kemanker hat darvekirin min dest bi romana xwe kir. Nivisandina romanê 10 salên min girt.”
 
‘Min hewl da pirekê ava bikim’
 
Ava balkişand ser zor û zehmetiya pêvajoyê û wiha daxuyand: “Ez ji Îranê derketim lê min xwe li hember gel berpirs dît. Min li wî cihê bi ewle  çîrokên wan dinivîsî. Piştre min pirtûk diyariyê jinên kurd kir. Ez rewşa zor a jinên kurd baş dizanim. Hêvîdarim dema jinek kurd romana min bixwîne wê bibîne ku hatiye dîtin û hîskirin.”
 
‘Min ji bo cîhanê wêneyê jina kurd xêz kir’
 
Ava da zanîn ku wê xwestiye nîşanê cîhanê bide ku jinên kurd gelek xurtin û wiha anî ziman: “Min xwest behsa jinan û Rojava bikim. Min xwest nîşan bidim ku ew netenê li dijî DAIŞ’ê li dijî pergala serdest ya mêr têdikoşin. Divê cîhan bibîne ku kurd di mijara azadiyê de xwe çiqas pêş xistine û em ne tenê qurbanin. Hêzek me ya mezin heye. Em ji jinên Bakur û Rojava fêr dibin ji ber ku ew sembola ‘Berxwedan jiyane’ ne û dijîn. Ez gelek serbilindim. Ez bi Kurdbûna me serbilind im.”