ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2022'YAN

  • 09:00 30 Kanûn 2022
  • Rojev
 
* Em saleke din ku bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinê derbas bû diqedînin. Di sala 2022’yan de tevî hemû zextan jinan bi felsefeya "Jin jiyan azadî" li qadan li ber xwe dan. PANORAMA
 
* Nivîskara kurd Ava Homa wiha got: “Divê cîhan bibîne ku kurd di mijara azadiyê de xwe çiqas pêşxistine û em ne tenê qurban in. Hêzek me ya mezin heye. Em ji jinên Bakur û Rojava fêr dibin ji bere ew sembola  "Berxwedan jiyane" ne û dijîn.”
 
*Şaredariya Silopiyê xebat û projeyên xwe bi taybetî ji bo jinan bênavber berdewam dike. Hevşaredar Adalet Fîdan, destnîşan kir ku li Silopyayê bi kar û xebatên wan re rengê jinê xwe daye der. Her wiha jinên ku di van projeyan de dixebitin diyar kirin ku êdî jin ji xwe bawer in û gotin: “Em êdî dengê jinan hem li kolan û kûçeyan û hem jî li dikan, sazî û rêxistinan dibihîzin. Ew jî me zêdetir bi kelecan dike.”    DÎMEN HEYE
 
*Siyasetmedar û parêzvanên mafê mirovan diyar kirin ku qetilkirina 3 siyasetmedarên li Parîsê ne tesadufe û gotin: “Senaryo ji nûve tê avakirin û lîstin. Plan li Enqereyê hat kirin. Lê kurdan serî netewand. Kurdek bimîne jî wê ev doz bidome. Em ê her tim li ser piya bin û berxwe bidin. Em ê her tim hesab bipirsin.”
 
*Tevgera Jinên Kurd ku îro têkoşîneke mezin a azadiyê didin li hemû cîhanê bûye çavkaniya azadiyê û bûye îlham. Em di sedsala 21’ê de demên azadiyê ku veguherine hêza çalakiyê dijîn. Zanista ku hegemonya deshtilatdariya binpêker îro hemû mirovahî bi xetereyeke mezin a cidîre rû bi rû hiştiye. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ