Rojnamevan nikarin bi hev re hevdîtinê bikin

  • 16:18 29 Kanûn 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Serlêdanên 9 rojnamevanên girtî ku ji bo bikaribin bi hevpîşeyên xwe re hevdîtin bikin, tê astengkirin. 
 
nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren Oznûr Deger û Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezpotamya (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrullah Acar, Selman Guzelyuz û Hakan Yalçin di 29’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibûn girtin. Serlêdana rojnamevanan a ji bo hevdîtina li gel hevpîşeyên wan tê astengkirin. Serlêdanên rojnamevanan ji alyê Desteya Îdare û Çavdêriya Girtîgeha Sîncanê ve tê redkirin. Serlêdana rojnamevanan bi hinceta “bifikare” tê astengkirin