Komeleya Jinan a Rosayê 4 salî ye

  • 16:08 29 Kanûn 2022
  • Rojane
 
AMED - Di daxuyaniya ji bo 4'emîn slavegera Komeleya Jinan a Rosayê de, jinên berxwedêr ên li cîhan û Kurdistanê hatin silavkirin. 
 
Komeleya Jinan a Rosayê ku ket sala xwe ya 5'an, li avahiya komeyê civîn ji çapemeniyê re li dar xist. Jinên endamên komelyê tevli daxuyaniyê bûn û li ser navê jinan Seroka Komeleyê Adalet Kaya daxuyanî xwend. 
 
Adalet,  diyar kir ku komeleya xwe di 29'ê kanûna 2018'an de ava kirine û got ku ji bo ji demê re bibin bersîv û ji bo ku travmayên di dema OHAL'ê de bi civakê dan jiyiyîn bêbandor bikin rêxistinbûna jinê xurt kirine. 
 
Adalet wiha berdewam kir: 
 
"Bi têkoşîn û hemû xebatan ligel ku mirov dikare bibêje tundiya mêr-dewletê kêm bûye lê li aliyekî din jî bi rêbazên cur bi cûr zêde bûye. Li cihê ku em lê ne qirkirina civakê herî zêde di ser jinan re tê kirin, polîtîkayên şerê taybet jî herî zêde li Kurdistanê jin û zarokan hedef digire.
 
Em êrîşên li ser têkoşîna jinên kurd şermezar dikin
 
Di sala dawîn de êrîşên li hemberî têkoşîna jinê zêde bûne. Me dê îro li vir bi hevalên xwe yên ku 4 sal in em bi hev re ne re li gel muzîkê pîrozbahî bikira û me dê belgesela 'Rosayê' ku derhineriya wê Gulrîz Saglam kiribû temaşe bikira. Lê ji ber ku rêhevalaên me yên kurd di êrîşeke terorîst de li Parîsê hatin qetilkirin me bernameya xwe îptal kir. Em xemgîn û bi hêrs in. Em van êrîşên li hemberî têkoşîna jinên kurd şermezar dikin. 
 
Gelo dê çawa Makeqanûnê çêke?
 
Di sala 2022'yan de jinan li dijî betalkirina Peymana Stenbolê têkoşîna hiqûqî dan meşandin. Îqtîdara ku mafê jinan binpê dike, dibe sedema kuştina jinan û polîtîkayek ji bo parastina jinan naafirîne dê çawa Makeqanûnê çêke gelo? Parêzvanên mafên mirovan û her wiha jinên ku mafê xwe ya azadiya ramanê pêk anîn an hatin binçavkirin, an hatin girtin û yan jî li kolanan lêdan xwarin. Ev îktîdar nikare Makeqanûnê çêke. Kesên ku makeqanûnê çêke di serî de jin û civak bi xwe ye. 
 
Têkoşîna me dê bidome
 
Di sala 2022'yan de ji hêla dewletê ve li her qadê jin bi şîdetê re rûbirû man. Îsal rojeva herî girîng jî girtîgeh bû. Bi taybetî Garîbe Gezer ji ber şîdetê ber bi întîxarê ve hat xirikandin, pêvajoya hiqûqê ya ku bêehlaqî hat meşandin birînek mezin vekir. Çalakiyên 'Nobetên Edaletê' ya ku di şexsê Aysel Tugluk de ji bo hemû girtiyên nexweş hatî destpêkirin girîng bû. Li Amedê û hemû bajarên kurd lê dijîn ji hêla karmêndên dewletê û hêzên palamîlîter ve fihûş hat pêşxistin, tiryak hat belavkirin û şîdeta zayendî zêdekirin. Dewlet jinên kurd bi sîstematîk hedef digire û polîtîkayên şerê taybet dide meşandin. Ligel kuştina jinan zêde bûye, hejmara mirina bi guman a jinan jî zêde bûye. Em li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê pêvajoya hiqûqê dişopînin û têkoşîna xwe didomînin. 
 
Me dît ku sûcdar çawa tên parastin'
 
Êrişa zayendî ya li hemberî zarokan a bi destê dewlet û cemaatan pêk tê me dît û çawa li ser bûyeran tê girtin jî me dît. Ev mijar bi axaftina jina ku di 6 saliya xwe destdirêjî lê hatiye kirin derket holê. Peymana Lanzarote, li dijî êrişa zayendî ya li hemberî zarokan hatiye îmzekirin lê belê ev peyam jî wek Peyman Stenbolê bi rakirinê re rûbirû ye. Li Amedê di dozên êrişa zayendî de me dît ku sûcdar çawa bi gotina ‘daxwaza biçukan heye' bereat dikin. Ev tişt nîşanî me dide ku hemû mekanîzmayên dewletê çawa nêzî bûyerên destdirêjiyê dibin. Gotina 'zarok û daxwaz' nîşaneya zîhniyeta tecawizkaran e. 
 
Dixwazin têkoşeran bitirsînin 
 
Bi sala ne em li dijî vê zîhniyetê têdikoşîn. Her wiha jinên ku li dijî vê yekê têdikoşîn bi tacîza daraz û polîsan re rûbirû dimînin. Bi binçavkirin û girtinan dixwazin têkoşêr û parêzvanên mafên jinan bitirsînin. Rojnamegerên ku zîhniyetê teşhîr dikin jî tên girtin. Ligel zext û zordariyan jin dîsa li qadan, li kolanan û eywaneyên dadgehê têkoşîna xwe mezin kirin. Di sala 2022'an de polîsan êriş bir ser çalakiyên 25'ê Mijdarê û 8'ê Adarê. Dora çalakvanan hatin dorpêçkirin û çalakiyên jinan hatin astengkirin. Lê belê em her hebûn û em her li qadan bûn. 
 
'Jin jiyan azadî'
 
Herî dawiyê em dixwazin silavên xwe ji jinên Îranê û Efganîstanê re bişînin. Bi pêşengiya jinên kurd serhildan dest pê kir û wek şoreşek berdewam dike. Îro li tevahiya cîhanê jin bi heman hestê dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ mezin dikin û veguhestin felsefeya jiyanê. Li ku derê jinek rabe ser piyan, hemû jin radibin ser piyan. Em xwedî li berxwedana jinên Kurdistanê û yên cîhanê derdikevin û silav dikin. Jin jiyan azadî."