Şebnem Korur Fîncanci: Hewl didin tolê hilînin

  • 15:51 29 Kanûn 2022
  • Hiqûq
 
STENBOL - Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ku ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî hatibû girtin got: “Dixwazin xwe ji min û TTB’ê xelas bikin. Lê dê nikaribin xwe ne ji min û ne jî ji TTB’ê xelas bikin. Ez nizanim bê ka dê îdamê bînin an na. Lê ew dîwarên we bi qasî misqalê ser guhê min ve nîne. Em natirsîn. Ew jî vê dizanin û dixwazin me bitirsînin. Em li ku derê jî bin dê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Duyemîn danişîna doza Fîncanci li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. 
 
Şebnem û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn. Her wiha parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Gel a Komarê (CHP) û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li danişînê bûn. Tevî daxwaza parêzeran jî eywana mezin nehat veqetandin lewma jî gelek parêzer û beşdaran li ser pêyan danişîn şopand. 
 
Dadgehê ev daxwaz bi piraniya dengan red kir
 
Di danişînê de dozger mutalaaya xwe dubare kir û xwest ku Şebnem di asta herî bilind de bê cezakirin. Piştre jî parêzerên Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) axivîn û xwestin tev li danişînê bibin. Dozger xwest ku ev daxwaz were redkirin û dadgehê jî red kir. Piştre jî parêzera Şebnem, Merîç Eyûboglû axivî û got ku li eywanê mîkrofon nîne, eywan biçûke û danişîn bi mercên tendurist nayê kirin. Merîç  xwest ku li daxwazên wan bê guhdarîkirin. Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses jî xwest ku tawanbariyên di dosyayê de nakevin ber sûcên katalog lewma xwest ku hejmara parêzeran bi sê kesan neyê bisînorkirin. Dadgehê ev daxwaz bi piraniya dengan red kir. 
 
'Mutalaaya dozger li dijî zanistê ye'
 
Piştre jî Şebnem mafê axaftinê girt û ev tişt anî ziman: “Tişta ku ez dikim ne parastin lê îfade ye. Daxuyaniyên min kirin sûc nînin lê peywira min a hemwelatiyê û bijîştiyê ye. Mutalaaya dozger li dijî zanistê ye. Ji destpêkê ve em bi fermanan re rû bi rû ne. Fermana AKP’ê heye. Şirîkê wê yê biçûk jî dibêje ‘bila bêwelat bimîne.’ Hûn kê ji welatê kê derdixînin? Hemû kes dibîne bê ka heta niha kê bo vî welatî çiqas ked da ye. Demekî kin piştî axaftina min a di Medya Haberê de, MSB’ê daxuyanî da û got; ‘îftîra ye.’ Heke mirov bêyî lêkolînekê wiha bibêje, ev tê wê wateyê ku hûn derewan dikin. Weke ku di dinyayê de bersûca herî xetere bim nêzî min dibin. 
 
'Divê pispor û kesên di qada kîmyayê de dixebitin li wir lêkolînan bikin'
 
Min nirxandineke tibî kir. Min bi îdiaya ‘li ser navê rêxistinê çalakî kiriye’ sûcdar dikin. Gelo vegotina xwînîbûna pişikê çawa dibe propaganda? Divê li herêma navborî lêkolîn were kirin. Divê pispor û kesên di qada kîmyayê de dixebitin li wir lêkolînan bikin. Her wiha divê şandeyên serbixwe vê lêkolînê bikin. Bi hedefgirtin û girtina min dixwazin TTB’ê bigirin. Ev yek di vê sedsalê de şermeke mezin e. Li Tirkiyeyê saziya herî jêbawer TTB ye. Şirîkê biçûk ê îktîdarê dixwaze TTB were girtin. Lê hempîşeyên me em hilbijartin. Erdogan bi gotinên ‘endama rêxistinê ye’ ez hedef girtim. Heke ez ‘terorîst’ bim, gelo ez ji kîjan rêxistinê me? Ez vê pir mereq dikim. Ez ji Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) me yan ji komeleyeke din? Gelo heke serokkomar wiha bibêje ma dê daraz berevajî vê tevbigere. Lê çi bibe jî dê her tim li hemberî kesên sûcan dikim bim. 
 
'Bi vê yekê hewl didin tolê hilînin'
 
Ez naxwazim weke bijîşk werim bikaranîn û heman tiştî ji bo serok û dozgerên di nava mekanîzmaya darazê de jî dixwazim. Derheqê min û Rêveberiya Konseya Navendî ya TTB’ê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye destpêkirin. Bi vê yekê hewl didin tolê hilînin. Pisporiya min û xebatên min ên berê hedef digirin. Min li Cizîrê erzînka zarokekî dîtibû. Dixwazin tola vê ji min hilînin. Dixwazin xwe ji min û TTB’ê xelas bikin. Lê dê nikaribin xwe ne ji min û ne jî ji TTB’ê xelas bikin. Ez nizanim bê ka dê îdamê bînin an na. Lê ew dîwarên we bi qasî misqalê ser guhê min ve nîne. Em natirsîn. Ew jî vê dizanin û dixwazin me bitirsînin. Em li ku derê jî bin dê têkoşîna xwe bidomînin.”