Li navçeya Qinê li dijî çekên kîmyewî konê çalakiyê hat vedan

  • 14:28 29 Kanûn 2022
  • Rojane
 
KOBANÊ - Li navçeya Qinê ji bo şermezarkirina êrîşên ku dewleta tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên kîmyewî dike û ji bo bibîranîna 11 têkoşerên azadiyê kon hat vedan.
 
HPG'ê ragihandibû ku di encama êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta tirk de li qada Sacayê 11 têkoşerên azadiyê jiyana xwe ji dest dane. Ji bo şermezarkirina êrîşên ku dewleta tirk bi çekên kîmyewî dike û ji bo bibîranîna 11 têkoşerên azadiyê yên jiyana xwe ji dest dane, li navçeya Qinê ya li rojavayî bajarê Kobanê ji bo rojekê konê çalakiyê hat vedan. 
 
Piştî rêzgirtina ji bo bibîranînaş cangoriyan li ser navê Rêveberiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê, Firyal Temî daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta tirk wê li hemberî îradeya têkoşerên azadiyê têk biçe. Firyal Temî got: "Ji ber êrîşên çekên kîmyewî yên dewleta tirk herî dawîn 11 gerîla şehîd bûn. Dewleta tirk li ber têkçûnê ye, ji ber vê êrîşên xwe zêdetir kiriye. Divê dewleta tirk bizanibe ku ew ê tu carî bi ser nekeve û dewleta tirk a dagirker wê li hemberî gerîlayên azadiyê têk biçe. Gerîlayên li ser fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi ser bikevin." 
 
Piştre gel bi dirûşman derbasî nav kon bûn. Di kon de Endama Kongreya Star Fatme Oso axivî û got: "Rêbertiya me ji bo azadiya tevahî gelan têkoşîneke bê hempa kiriye. Divê em gel jî heta azadiya Rêber Apo têbikoşin, heta azadiya Rêber Apo divê em li  qadan bin. "
 
Rêveberiya Kongreya Star ya Navçeya Qinê Sûad Şêx Demir jî diyar kir bi saya têkoşîna Rêber Apo û têkoşerên azadiyê ew gihiştine vê astê û got: “Gerîla ji bo mirovahiyê têdikoşe. Bi saya gerîla em azad dijîn. Dewleta tirk piştî şehadeta Mazlûm Dogan û hevalên wî gotibû, me ser Kurdan beton kiriye lê ev beton bi saya Rêber Apo û gerîlayên azadiyê şikest.”