Saleke li Başûr daneyên fermî ya şîdetê nayê parvekirin

  • 14:07 29 Kanûn 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber ku daneyên derbarê şîdeta li hemberî jinan de nayên parvekirin, asta şîdeta li hemberî jinê nayê zanîn. Çalakvana Civaka Sivîl Nîştiman Berzencî, got: "Pêwîste amar bi awayek zelal bên parvekirin ku rewş derkeve holê. Ji bo eşkerekirina amaran divê zextan li aliyên peywendîdar bikin.”
 
Li Herêma Kurdistanê ji destpêka serê sala 2022’yan ve tu bîlançoyek fermî ya şîdeta li hemberî jinê nehatiye belavkirin. Salên borî Rêveberiya Têkoşîna li dijî Şideta li ser Jinê û Malbatê mehane bîlançoya şidetê ya li tevayî parêzgehên Herêma Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî belav dikir. Rêjeya şidetê, kuştin, xwekuştin û gilî tomarkirinê eşkere dikir. Lê ji serê sala 2022’yan ve ti bîlançoyek fermî li ser bûyerên şidetê nehatiye belavkirin. Li gor amarên ne fermî jî rêjeya bûyerên şideta li hemberî jinan gihiştiye astek metirsîdar.
 
Derbarê mijarê de çalakvana Civaka Sivîl Nîştiman Berzencî ji Ajansa ROJNEWS'ê re axivî û got: “Eşkerenekirina amar û dosyên jinan di nava civakê de wê yekê ji mere dibêje ku tiştek heye tê veşartin. Ew jî nabe sedema çareserkirina pirsgirêkan. Ger veşartî jî be divê ji bo çareseriya pirsgirêkên nava malbat û civakê de kar li ser were kirin ku sedemên pêkanîna şideta li hemberî jinê ne.”
 
Nîştiman, da zanîn ku veşartina amaran karek ne raste û wiha dom kir: “Pêwîste amar bi awayek zelal kar li ser werin kirin daku were zanîn di nava civaka me de çi diqewime. Amar çi ji mere dibêjin û pêwîste civak çawan derbarê van pirsgirêkan de were hişyarkirin. Ji bona wê pêwîste rêxistinên civaka sivîl ji bo eşkerekirina amaran zextan li aliyên peywendîdar bikin.”
 
Derbarê sedema veşartina amaran de jî Nîştiman rexne li aliyên peywendîdar kir û got: “Destpêkê her meh amar dihatin belavkirin. Niha şeş meh yan salê carek jî amar nayên belavkirin. Ev tê wê wateyê ku amar gihiştine astek metirsîdar û gumanên zêde bi xwere tîne. Ji ber ku nabe bi vî rengî civak di nava pirsgirêkên heyî de were bêdeng kirin.”
 
8’ê hezîrana 2022’an jî Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek pêşkêşî tevayî saziyên çapemeniyê kir û ragihand ku dayîna nûçeyên kuştin, xwekuştin û şewitandinê yên li ser jinan qedexe ye. Wezaretê ev biryar bi hinceta ku ‘exlaqê civakê xiradibe û bandorek nerênî li ser civakê dike’ da. Ji wê demê ve rê nade saziyên ragihandinê nûçeyên derbarê şideta li dijî jinan bi raya giştî re parve bikin. Ji ber vê yekê tê gotin, bîlançoya kuştinên jinan di vê navberê de winda dibin.
 
Ev ne cara yekeme Wezareta Rewşenbîrî biryarek wiha dide, salane gelek caran hewil dide rê li ber belavkirina bîlanço û zanyariyan bigre. Ev jî bi armanca veşartina hejmara rast, destkarîkirin û kêmkirina rêjeya şidetê tê kirin. Ji berku tişta di rastiyê de rû dide gelek zêdetire ji ya ku di bîlançoyan de tên diyarkirin. Rêjeya şidetê li gor herêmek mîna başûrê Kurdistanê gelek zêde û metirsîdare.