Saziya Olî ya Kobanê li dijî tecrîdê daxuyanî da

  • 13:26 29 Kanûn 2022
  • Rojane
 
KOBANÊ - Saziya Olî ya Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got êdî ji tecrîdê re bes e. 
 
Saziya Olî ya Kantona Kobanê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku erkên xwe li hemberî Abdullah Ocalan bi cih bînin. Endama rêveber a saziyê Wehîde Sofî daxuyanî li Qada Şehîd Egîd xwend.
 
Di daxuyaniyê de saziyê êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê, koçberkirina sivîlan, wêrankirina binesaziyê û ferzkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'êAbdullah Ocalan bi sûcên li dijî mirovahiyê wesifand.
 
Saziyê bang li NY, rêxistinên mafên mirovan û Desteya Oldarên Misilman a Cîhanê kir ku erkên xwe yên exlaqî û mirovî bînin cih, zextê li dewleta tirk bikin û hesabê ji berpirsên wan sûcan bipirsin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de saziyê bang li pêkhateyên herêmê kir ku li hember êrişên dewleta tirk bibin yek û dengê xwe li hember zordestan bilind bikin û bêjin “Êdî bes e zilm, wêrankirin, êdî bes e tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.”