Kampanya Çalakvanên Beluç: Destdirêjî li 7 zarokên girtî hatiye kirin
- 13:09 29 Kanûn 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Kampanya Çalakvanên Beluç a Mafên Mirovan li girtîgehek Îstixbareta Pasdarên Îranê destdirêjî li 7 zarokên girtî hatiye kirin.
Kampanya Çalakvanên Beluç a Mafên Mirovan têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên li parêzgehên Sîstan û Beluçisanê ya Îranê, ragihand ku 7 zarokên Beluç ku di dema xwepêşandanan de li baregehek Îstixbareta Pasdaran desteser bûn, destdirêjya zayendî li wan hatiye kirin.
Kampanya Çalakvanên Beluç a Mafên Mirovan eşkere kir ku wê di rojên pêş de hûrbîniyên zêdetir bidin û wiha destnîşan dike: “Yek ji wan zarokên ku destdirêjiya zayendî li ser hatiye kirin, ragihandiye ku ew destdirêjkarên hêzên îstixbaretê yên Supay Pasdaran bi zimanê Erebî li gel hev diaxivîn.”
Kampanya Çalakvanên Beluç a Mafên Mirovan têkildarî temen û zayenda zarokan tu agahî nedaye.